![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/7/7d/Andaman_tribals_fishing_%2528c._1870%2529.jpg/640px-Andaman_tribals_fishing_%2528c._1870%2529.jpg&w=640&q=50)
Sentînelî
gelê xwecih ê Girava Sentînel a Bakur / From Wikipedia, the free encyclopedia
Sentînelî, gelê xwecih ê Girava Sentînel a Bakur, li Kendava Bengalê ya bakurê rojhilatê Okyanûsa Hindî ye ku xwe ji cîhanê bi dûr xistine. Ew wek giravnişînên Sentînela Bakur jî têne zanîn. Sentînelî êleke berxeter û beşek ji koma berfireh a gelên andamanî ne.
Agahiyên Praktîk Dewlet, Ziman ...
Sentînelî | |
---|---|
![]() | |
Dewlet | Hindistan ![]() |
Ziman | Zimanê sentînelî ![]() |
Nifûs | 50 (2011) ![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Bigre
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/0/02/Gallery-1491391768-north-sentinel-island.jpg/640px-Gallery-1491391768-north-sentinel-island.jpg)
Li gel andamaniyên mezin, jarawas, onge, shompen û nîkobareyî, sentînelî yek ji şeş gelên xwecih û veqetandî yên Giravên Andaman û Nîkobar in. Berevajî komên din, sentînelî xuya dike ku bi awayekî domdarî hemî têkiliyên bi cîhana derve re qebûl nekirine. Ew kesên derve wekê kesên bê ewle dibînin û hinek kesên ku nêzîkê giravê bûne yan jî daketine ser giravê ji aliyê sentîneliyan ve hatine kuştin.[1]