From Wikipedia, the free encyclopedia
Sema Yüce (1971 Dûtax, Agirî - 17ê hezîrana 1998), gerîla û aktîvîsteke siyasî ya kurd e.
Sema Yüce di sala 1971ê de li gundê Qerxelixa Şêx Remezan a ser navçeya Dûtax a Agirî yê ve ji dayika xwe re bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navendî li Dûtaxê û dibistana lîseyê li Agiriyê xwendiye. Di sala 1989an de di Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngehê Teknîk a Rojhalata Navîn a Enqerê qezenc kir û diçe Enqerê. Li vir wî bi xwendekarên welatparêz re dicive û beşdarî xebata ciwanên YCKê bûye. Di sala 1991an de ji ber zextê dewleta tirk dest ji xwendina zanîngehê berdide û diçe Mêrdînê û li wir tevlî rêxistina PKKê bûye.[1]
Sema Yüce di sala 1991an de li Mêrdînê tev li refên PKKê dibe. Yuce piştî demekî mayîna li herêma Mêrdînê, ji bo perwerdeyê derbasî Akademiya Mahsum Korkmaz dibe. Li Akademiya Mahsum Korkmaz cara yekem Abdullah Ocalan nas dike û nirxandina Ocalan a ‘Mîlîtanên herî baş mirovên ku bikaribin xwe bi rêxistin bikin e’ ji xwe re dike hêman, di sala 1992yan de bi komek hevalên xwe re berê xwe dide Eyaleta Serhedê.[2]
Yüce li Serhedê xebatên aktîv dide meşandin û piştî demekî ji bo xebatên rêxistinî derbasî bajarê Agiriyê dibe, piştî sê mehan li ser îxbarekî tê girtin. Yüce piştî lêpirsîneke dirêj, derdikeve pêşberî dadgehê û ji ber parastina siyasî 22 salan ceza lê tê birîn. Destpêkê wê dişînin Girtîgeha Nevşehirê û piştî Nevşehîrê sirgûnê Girtîgeha Çanakkaleyê dibe.[2]
Sema Yüce piştî şeş salan li girtîgehê dimîne, li dijî girtina Abdullah Ocalan, di sala 1998an de xeta Zîlan ji xwe re dike bingeh û li dijî esaret, înkar û tunekirinê di 21ê adarê de bedena xwe dide ber agir. Sema Yüce piştî dermankirina 80 rojan a li Nexweşxaneya Cerrahpaşayê ya Stembolê, di 17ê hezîranê de ji ber xweşewatê jiyana xwe ji dest da.[2]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.