Nîvîskar û wergêrê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Samî Hêzil (jdb. 1975 li Setmanis, Wan, Bakurê Kurdistanê) nivîskar û wergêrekî kurd e.
Samî Hêzil | |
---|---|
Jidayikbûn | 1975 |
Esil | Kurd |
Perwerde | Zanîngeha Wanê |
Pîşe | nivîskar, Wergêr |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Samî Hêzil di 1975an de li gundê Setmanisê yê Wanê ji dayik bûye. Wî di sala 1999an de Beşa Ziman û Wêjeya înglîzî ya Zanîngeha Wanê kuta kir. Hêzil ji salên 2000an û vir ve ye ji zimanê înglîzî helbest, roman, kurteçîrokan û berhemên zanistî werdigerîne kurdî. Di kovarên wêjeyî û zanistî yên wek Jiyana Rewşen, Zend, W û Tabularasayê de nivîs û wergerên wî hatine weşandin. Li sazîya Kurdî-Der’ê Şaxa Wanê waneyên wêjeya kurdî dide. Beşdarî panel, konferans û komxebatên derbarê ziman û wêjeya kurdî de bûye. Bi kurdî kurteçîrokan û berhemên lêkolînî dinivîse. Hêzil bavê keçekê ye û li Wanê dijî.[1]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.