From Wikipedia, the free encyclopedia
Rojên salê li gora sîstemen cur be cur tên hesîbandin. Ji van sîsteman re salname an teqwîm tê gotin.
Sersala Kurdan her 21ê adarê ye. Salnameya Kurdan ji salan 612[1][2][3][4][5][6][7][8][9][10][11] berî zayîn tê, û ev gelek kevn. yanî 31ê adarê 2024'ê = 1emin newroza 2636'ê Newroz (li başûrê Kurdistan ji meha Adarê re Newroz dibêjin) rojeke kifşe û di salnama Kurdî de bi "Sersalî" hatiye edilandin. Kurdan bi vê rewşê bi cîranên xwe daye nasîn jî. Ji xwe navê wê her karî ronahî dike û bi Kurdî ye: new= nû, roz= roj, newroz= nû roj yanê roja nû, ne ku meha nû ye.
Gelek navên curbecur ji bo mehan tê bikaranîn. Navên mehên Kurdî yên ji alê Enstîtuya Kurdî (Stenbol) ve hatine qebûlkirindin û di salnama Enstîtuyê de hatine weşandin ev in: Adar, Avrêl, Gulan, Pûşper, Tîrmeh, Gelawêj, Rezber, Kewçêr, Sermawez, Berfanbar, Rêbendan û Reşemî.
Ev nav hemî Kurdî ne, kevn in, û têgihdar in jî. Xweza di her mehê de li gor werza xwe têgih distîne. Bi kurtî têgiha navên wan ev in:
21-03 | 21-04 | 22-05 | 23-06 | 24-07 | 24-08 | 24-09 | 25-10 | 23-11 | 23-12 | 21-01 | 20-02 | |
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Cêjnan | Gulan | Zerdan | Puşper | Gelawêj | Xuweşan | Baran | Xêzan | Saran | Befran | Bendan | Reşemang | [12] |
Xakelêw | Gulan | Cozerdan | Puşper | Gelawêj | Xermanan | Rezber | Gelarêzan | Sermawez | Befranbar | Rêbendan | Reşeme | [13] |
Cêjnan | Gulan | Zerdan | Perper | Gelawêj | Nûxuşan | Baran | Xêzan | Saran | Befran | Bendan | Remshan | [14] |
Xakelêw | Banemîr | Cozerdan | Pûşper | Gelawêj | Xermanan | Rezber | Xezellwer | Sermawez | Befranbar | Rêbendan | Reşemê | [15] |
Xakelêw | Banemer | Cozerdan | Pûşper | Gelawêj | Xermanan | Rezber | Xezelwer | Sermawez | Befranbar | Rêbendan | Reşeme | [16] |
Xakelêw | Gulan | Cozerdan | Pûşper | Gelawêj | Xermanan | Rezber | Gelarêzan | Sermawez | Befranbar | Rêbendan | Reşeme | [17] |
Nîskan | Gulan | Cozerdan | Trîmê | Gelavîj | Kewcêr | Sermaviz | Çileyê Pa. | Sevba | Avdar | [18] | ||
Nîsan | Gulan | Hêzîran | Tîrmeh | Tebax | Elûn | Çiriya Pê. | Çiriya Pa. | Çileyé Pê. | Çileyé Pa. | Sebat | Adar | [19] |
Piraniya mirovan heta dema Împaratorê împaratoriya Roma Gajus Julius Caesar b.z. 100-44, dem bi Salnameya hîvê dihejmartin. Gava hîv difitilî û dîsa dibû wek bilindbûna xwe ya cara çûyî, ew wext, wek “hîvekê” dihat dîtin û qebûlkirin. Ji ber wilo ye ko hîna jî di gelek zimanan de ”hîv”, meh e.
Hîvek, 29,5 rojên royê ye, salek 354 roj e. Li gora hin hesaban, hîvek 27,5 ya jî 27,2 rojên royê ye. Ji ber wilo, gava ko saleke wextê hîvê diçû, hîna sal nefitilîbû wextê destpêka salê û wext di hev dernediket.
Lê Misiriyan hîna berî wî çaxî bi gelekî, wext li gora ”gera” royê û gera stêrika bi navê Sîrîus dihejmartin. Sîrîus, gava sala xwe dikir, dîsa av û merdî dida Nîlê. Ew dem û cîh jî kifş û pîvayî bû. Ew bêtir nêzîkî rastiyê bû.
Misiriyan, zaniyariyên xwe yên stêrikzaniyê-astrolojiyê, ji astrolojiya mezopotamya girtibûn û li ser a wan ava kiribûn. Mezopotamiyan berî Misiriyan şiklên komên stêrikan dîtibûn û organize kiribûn.
Yûnaniyekî bi navê Ptolemaios ew zaniyarî baştir organîze kirin, li ser nexşeyan raxistin û ragihandin Yûnaniyan. Ptolemaios li Aleksandria dima û ji Misiriyan fêr bûbû. Ew fêrbûna Yûnaniyan, îro hîna bingehê astrolojiya dinyayê ye. Romî jî ji Yûnaniyan fêr bûbûn.
Her çi Gajus Julius Caesar bû mîrekî xwende bû, astronomiya Yûnaniyan zanîbû û wilo a Misiriyan zû ji hev derxist û sîstema nû ava kir.
Caesar, sala 46 b.z. hejmartina demê bi salnameya rojê, sal kir dozeh meh, 365 roj û her ji çar salan jî rojeke zêde wek sala bermayî ditîn. Ew tê digihije ko saleke rast, wilo ye. Û her wilo wî nav li mehan kir. Ji ber ko Caesar wî çaxî li Misirê bû, Kleopatra VII. ji xwe re anîbû û bi nîvê Misrê re hîna di şer de bû, sîstema xwe ya nû pêşî salekê li Misirê ceriband û piştî wê li Roma bikar anî.
Demjimara Julius Caesar ko jê re Salnameya Julianî tê gotin, dor 1550 salan rast hat qebûlkirin. Lê saleke royê, di rastiya xwe de ji demjimara wî dirêjtir e. Her ji çend salan dor saniyeyekê wenda dibû. Wî çaxî Pop û Vatikanê biryar da ko komîsyoneke nû bê avakirin û demjimareke nû bê hesabkirin. Tiştê ko wê komîsyonê derxist, wek a niha ye. Lê dîsa jî saet û demjimar, rastiya dirêjbûna sala royê dernaxin. Her ji sedsalekî çend saniye wenda dibin. Carê rêxistinên demjimariya dinyê li hev dikin û wext rast dikin.
Caesar, serokê dewleta Romî bû. Navê Caesar, navê payedariyê û mezinbûnê bû. Wek ko mirov bibêje şah, mîr, paşe, ya jî key. Ji xwe gotina qeyser, Kaiser, Kejsare û Tsar ji gotina Caesar tê. Caesar di nav salên b.z. 100-44 de jiya. b.z. 44-an hat kuştin.
Li gora sîstema mehan a ko wî ava kiribû, navê mehan wilo ye.
1. Januari, îngilizî. january: (Çileya Paşîn, Rêbendan) ji navê xweda Janus tê. Janus, xwedayê Romiyan ê mezin e û li Îtalya dimîne. Ew, xwedayê pêşî û destpêka jiyanê ye. Gotina pêşî, di maneya deriyê destpêka jiyanê yê pêşî de fam bikin. Mezinatiya Janus carê dema meha januarî tê pîrozkirin. Navê wî ji gotina ko navê derî ye tê. Bi latînî ji derî re janua tê gotin. Ji ber wilo heta niha jî li Emerîka ji nobedarê deriyan re janitor tê gotin. Janus bi piranî bi du rûyan tê sûretkirin. Her rûyekî wî li aliyekî dinere. Yek li pêşerojê, yek jî li paşerojê. Navê rûyê Janus ji wir tê. Tê mana duhêli.
2. Februari, ingl. february: (Sibat, Reşemî) ji gotina latînî februare tê. Februare tê mana pakkirinê, xwe pakkirinê. Li Roma kevn, ji bo rûmeta hatina sala nû, cejna pakkirinê dest pê dikir. Romî hemû diketin karê pîrozkirina wê cejnê; xwe, mala xwe, kuça xwe û bajarê xwe pak dikirin. Xweda Lupercus, xwedayê şînkayiyê, wî çaxî dest pê dikir û bihar diyarî mirovan dikir. Sala nû wilo dest pê dikir. Ji şahiyên pakkirinê yên ko ji bo spaskirin û rûmetgirtina xelatên xweda Lupercus ko dibûn sedema hatina sala nû re, Februus dihat gotin. Februus heta gava nav li mehan hat kirin, hêdî hêdî bûbû wek navê Lupercus ê din. Bi wî awayî gava navê meha salê a dawî kirin februari, him navê wî û him navê cejna biharê lê hat kirin.
3. Mars, ingl. march: (Adar) ji navê xwedayê Romiyan Mars tê. Mars, navê Ares ê bi latînî ye. Ares, bi esil xwedayekî Yûnanî ye, ew lawê Zeus û Hera ye, xwedayê şeran û şervanan e. Li ba Yûnaniyan ne xwedayekî gelekî birêz û qedirbilind e, pir jê nayê hezkirin. Lê li ba Romiyan mezin e, dihat bawerkirin ko ew parêzgerê bajarê Roma ye, sitara wî li ser bajêr heye. Ji ber wilo Ares ew rûmeta taybet girtiye û navê wî li meha pêşî ya salê hatiye kirin. Ji ber ko di demhejmariya Romiyan de Mars meha salê a yekem bû.
4. Aprîl, ingl. april: (Nîsan, Avrêl) ji gotina latînî aporos tê, tê mana bi dû re, a bi dû re. Yanî Aprîl meha bi dû a yekem de bû, aporos bû. Hinên din dibêjin ko ji gorina aperiere tê. Ew jî tê mana vekirinê.
5. Maj, ingl. may: (Gulan) ji navê xweda Maja tê. Maja, Yûnanî ye, ew xweda bereketê ye. Li ba Romiyan xweda şînkayiyê jî ye. Maja yek ji Pleîadan e, keça Atlas e, dotmama Zeus e. Zeus ji wê hez dike, wê ji xwe re tîne. Maja jê re xwedayê rêber, xweda Hermes tîne. Hermes yek ji xwedayên Olympos e.
6. Juni, ingl. june: (Hezîran, Pûşber), ji navê xweda Juno tê. Juno, navê xweda Hera yê bi Romî, latînî ye. Romî jê re Matrona jî dibêjin. Juno, keça Kronos û Rhea ye, yek ji xwedayên Olympos ên mezin e, banûya gerdûnê ye, xuşk û jina Zeus e.
7. Juli, ingl. july: (Tirmeh, Temmûz) ji navê Julius Caesar tê. Ji ber ko wî, ya jî pêşevaniya karîna dewleta Romî a di dema wî de nav li mehan kiriye, navê xwe li vê mehê kiriye.
Her wilo gotina Temmûz jî, navê xwedayekî mezopotamiyan e. Ew bi Yûnanî Adonîs e, xwedayekî xort ê nêçîrvan e, delalê Afrodîthe ye. Yûnanî, bi piranî jî pîrek rûmeteke mezin didin wî û wî bi gul û çîçekan bi bîr tînin.
8. Augusti, ingl. august: (Tebax, Gelawêj) ji navê qeyserê dewleta Romî ê pêşî Augustus tê. Ew xwarzêyê Caesar bû û mîratxurê wî bû. Augustus, wilo piştî Caesar hat ser text. Gotina qeyser a bi formên guherti ko îro di zimanên Ewropî de heye, ji Caesar tê. Ji xwe ew gotin li ba Romiyan jî nevê mezinbûnekê bû. Wek gotina mîr, siltan û şah. Ew gotin bi Augustus re bû navê serokê dewletê.
9. September-september- ( Îlon. ) Navê vê mehê, ji gotina latînî septem, yanî heft tê.
10. Oktober-october- ( Cotmeh. ) Ocktober wek navê mehê, ji gotina latînî octo, yanî heşt tê.
11. November-november- ( Mijdar. ) Ji gotina latînî novem, yanî neh tê.
12. December-december- ( Çileya Pêşîn-Rezber. ) Ji gotina latînî decem, yanî deh tê.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.