parêzgehekê Tirkiye From Wikipedia, the free encyclopedia
Sêrt (bi tirkî: Siirt) parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye û dikeve nav sînorên Komara Tirkiyê.[1] Parêzgeh li bakur bi Bêdlîsê, li rojava bi Batmanê, li başûrrojavayê bi Mêrdînê, li başûr bi Şirnexê û ji rojhilat ve bi Wanê re hevsînor e. Rûbera wê 5.717 km2, û nifûsa wê 331.311 e (2022).[2] Paytexta wê Sêrt e. Parêzgeh 12 şaredarî, 280 gund û 214 gundik dihewîne. Piraniya gel kurd in.
Parêzgeha Sêrtê Siirt | |
Koda parêzgehê: 56 | |
Nexşeya navçeyan | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Serbajar | Sêrt |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2008) | 299.819 kes |
Rûerd | 6.186 km2 |
Berbelavî | 48,5 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 7 navçe |
Hejmara bajarokan | 13 bajarok |
Hejmara gundan | 280 gund |
Agahiyên din | |
Dem | UTC+2 |
Koda telefonê | (+90) 484 |
Dîroka Sêrtê vedigere eya dema pêşdîrokê. Sêrt di bin serdestiya Asûrî, Babilî û piştre jî ya Med û Persan bû. Rom, Partî û Sasanî jî li vir hukum kirine. Di sala 1514an de ket destê Osmaniyan. Sêrt di sala 1919an de bû sencaqê Împaratoriya Osmanî û di sala 1923an de jî bû parêzgeha komara Tirkiyê.
Ji bo karên asîmlasyonê û tirkkirina bakurê Kurdistanê[3], Sêrt di hezîrana 1927an de qanûna 1164 hat derxistin, ku destûr da avakirina Mufetîşên Giştî (Umumi Müffetişlik, UM).[4] Bi vî havî Sêrt di bin rewşa awarte de bi qanûna leşkerî dihat birêvebirin. Mufetîşên Giştî parêzgehên Sêrtê, Colemêrg, Sêrt, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Riha, Elezîz û Diyarbekirê di nav xwe de digirt. Di sala 1952an de di dema hikûmeta Partiya Demokrat de Mufetîşeyên Giştî hatin hilweşandin. Ketina parêzgeha Sêrtê heta sala 1965an ji biyaniyan re qedexe bû.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.