![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/5/56/Koendama_heris%25C3%25AA%2528r%25C3%25BBviya_st%25C3%25BBr%2529_ku.png/640px-Koendama_heris%25C3%25AA%2528r%25C3%25BBviya_st%25C3%25BBr%2529_ku.png&w=640&q=50)
Rûviya stûr
From Wikipedia, the free encyclopedia
Rûviya stûr (bi inglîzî: large intestine) beşa dawî ya coga herisê ye, ji kotahiya rûviya badayî ya beşa rûviya zirav dest pê dike, heta komê(pind) di nav zikekelênê de dirêj dibe. Firehiya coga rûviya sûtûr 6.5 cm e[1] û ji ya rûviya zirav gelek firehtir e, loma navê wî kirinê rûviya stûr[2]. Dirêjiya rûviya stûr bi qasî 1.5 metre ye[1] . Ji dev heta dawiya rûviya zirav, xurek ji alîkî ve bi awayê mekanîkî û kîmyayî tê heriskirin, ji aliyê din ve jî piraniya xurekên herisî, ji aliyê memîleyên ser rûyê rûviya zirav ve tên mijandin[3].Lê xurek di rûviya zirav de bi tevhiyê nayên heriskirin û mijandin[2]. Wekî mînak seluloz madeyek karbohîdradî ya aloz e, dîwarê xaneyên riwekan ji selulozê pêk tê, ango xurekên ji riwekan tê bi dest xistin seluloz lixwe digire. Di laşê mirov de ji boy heriskirina seluloze enzîm tu ne, loma seluloz bê ku bê heriskirin, ji rûviya zirav derbasî rûviya stûr dibe. Li gel xurekên neherisî, hin kanza( mîneral) û av jî derbasî rûviya stûr dibe.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/5/56/Koendama_heris%C3%AA%28r%C3%BBviya_st%C3%BBr%29_ku.png/640px-Koendama_heris%C3%AA%28r%C3%BBviya_st%C3%BBr%29_ku.png)