![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/1/10/Flag_of_the_Romani_people.svg/langku-640px-Flag_of_the_Romani_people.svg.png&w=640&q=50)
Roman (gel)
From Wikipedia, the free encyclopedia
Roman, bi zimanê romanî: rom (yekhejmar); roma (pirhejmar), navê berekê ji Hindistanê derketine û li cîhanê belavbûne ye. Ev peyv ji bo gelek komên civakî tê bikaranîn ku koka wan a etnîkî yek e. Li gorî vê yekê roman ji gelê dom a bakur-rojavayê Hindistanê pêk hatine.[1][2] Li gorî lêkolînên genetîk roman di sedsala 5'mîn de ji welatê xwe yê eslî koc kirine.[3][4] Kocberiya wan ne bi awayeke homojen, lê li ser rêyên cuda û di periodên cuda de debas bûye. Ji zimanê wan a zikmakî re romanî tê gotin û ev ziman xwediyê gelek zaravayan e. Romanî dikeve nava koma zimanên hînt-ewropî û zimanê ku pirtir nêzikî ye zimanê domî ye. Gel û komên roman di dîrokê de pir caran ji ber koka wan a etnîkî, awayê jiyandina wan û rewşa wan a civakî rastî zext û zordariyê hatine, ewqas ku li gelek dewletên ku tê de dijîn hê jî dibin armanca zilma civakî, aborî û siyasî
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/4/4a/Disambig_grey.svg/20px-Disambig_grey.svg.png)
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/1/10/Flag_of_the_Romani_people.svg/640px-Flag_of_the_Romani_people.svg.png)
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/1/18/Spanish_Gypsy_Girls_NGM-v31-p267.jpg/640px-Spanish_Gypsy_Girls_NGM-v31-p267.jpg)