From Wikipedia, the free encyclopedia
Qizilbaş, kumsor, sersor an jî kimsor ji kesên ola yan baweriya Elewitiyê dihewînin re tê gotin.
Heya sedsalên 17-18'an peyva elewî ewçend nehatiye bikaranîn, ji bo wan di zimanê tirkomanî (ji ber ku pirraniya tirkomanên Anatoliyayê elewî bûn) de qizilbaş, kimsor, sersor dihate gotin. Keyên osmaniyan komkujiyên mezin li dijî kimsoran li dar dixistin û her carê ew dibûn mesele di nava şerên osmanî û şahên Îranê de. Paşayê osmaniyan ê navdar Yawiz Siltan Selîm ê ku bi komkujiya kimsoran tê nasîn, gihîşte wê encamê ku êdî pişt û hêza qizilbaşan hatiye şikestin, li întegrasyona wan bi sunîtiyê geriya. Keyên osmaniyan di sedsalên dawîn de xwastin qizilbaşan bixin sunî. Ji ber wê gelek pêşengê wan bi dirav û tawîzan kirin wekî xwe. Ji ber wê êdî peyva qizilbaş bi kar neanîn û di şûna wê de elewî bi kar anîn. Elewî ango "Kesên Elî dihewînin". Gorî siyaseta wan bêjeya elewî baştir bû û qizilbaşan nêzîkî sunîtiyê dikir.
Peyvên qizilbaş û kimsor ji pûşiyên sor ên leşker û alîgirên Elî yê kurmamê pêxember Muhemmed tên. Tê vegotin ku alîgirên Elî wisa li xwe dikiribûne.
Çend êlên kurdan jî di nav qizilbaşan de hebûne, wanan êla Çemişgezeg, Pazûkî û Xinûs bû ne[1].
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.