From Wikipedia, the free encyclopedia
Pêşveçûn, werar, peresan, peresîn, ew bîrdoza guhertina taybetmendiyên genetîk ên gelheyê cureyan dike, yên ku derbasî cisn û nijadên nû dibin.
Bîrdoza peresînê ya ku behsa bijareya siruştî an xwezayî dike cara ewil bi awayeke berfireh ji aliyê Charles Darwin ve di pirtûka xwe ya ji sala 1859an de tê qalkirin. Di salên 1930î de bijareya xwezayî ya Darwin bi rêzikên mendelî yên irsîtiyê ve hatin girêdan. Bi vê yekê bîrdoza sentetîk a peresîn derket holê.
Li gorî vê, gen rastî guhertinan tên û bi rêya çiftbûnê (yekbûnê) derbasî nijadên nû dibin. Bi riya mutasyonê guhartoyên cuda yên wan genan derdikevin holê û ew dikarin bibin sedema derketina taybetiyên nû. Fermo, ew varyant û rekombînasyon an nûyekbûn dibin sedema cudahiyên genetîk di nava kit an ferdan de.
Gava bi vî awayî guraniya van taybetiyan di nava gelheyekî de pirtir an kêmtir dibin, meriv qala peresînê dike. Guranî yan ji ber bijareya siruştî an xwezayî pêk tê (şansên cuda yên mucadeleya jiyanê û rêjeya yekbûnê) yan jî rasthatinî bi rêya cihêbûn û guherandina genetîkê.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.