Heremekî li bakurê rojhilatê Anatolyayê From Wikipedia, the free encyclopedia
Pontos (bi yewnaniya kevn: Πόντος, lat. Póntos, bi latînî: Pontus) devereke dîrokî li bakurê rojhilatê Anatolyayê ye. Di demên antîk de yek ji navên Deryaya Reş bi yewnaniya kevn: Πόντος Εὔξεινος, lat. Póntos Eúkseinos bû (bi latînî: Pontus Euxinus) ku navê gelê pontî jî heman dihate binavkirin. Pontos wekî peyv tê wateya "Derya bi xof" lê Deryaya Reş tê bibîrxistin[1].
Pontos (Πόντος) | |
---|---|
Herêmeke dîrokî ya Anatolyayê | |
Cih | Bakur-rojhilatê Anatolyayê, li ber Deryaya Reş |
Gelên dîrokî yên Pontosê | Çalîbî, leukosîrî, makronî, mosînîkî, muşkî, tîbarenî, laz, gurcî, ermen, kîmerî, yewnanên pontî, cihû, hemşîn, çepnî |
Navê nîştecihan | Pontî, yewnanên pontî, xelkê Pontosê |
Serbajarên dîrokî | Amasya, Neocaesarea, Sînop, Trabzon |
Mîrên pontî | Mîsrîdatîs I, 302-266 berî zayînê |
Ariobarzanîs, 265-255 | |
Mîsrîdatîs II, 255-220 | |
Mîsrîdatîs III, 220-185 | |
Farnakîs I, 185-169 | |
Mîsrîdatîs IV Fîlopator Fîladelfus, 169-150 | |
Mîsrîdatîs V Eueryetîs, 150-120 | |
Mîsrîdatîs VI Eupator, 120-63 | |
Welatê dîrokî yê Pontosê heya damezrandina Komara Tirkiyê. "Black Sea" bi wateya Behra Reş îngilîzî ye |
Welatê Pontos bajarên Trebzon, Sînob, Samsun, Rize û Kolxîsa Gurcistanê û hin herêmên Ermenistanê dihewand. Di dema Împeratoriya Romayê de bi navê Bitînya û Pontos dihate binavkirin û herêmeke bêhtir mezin dihewand. Gelê pontî ji bereke grekiyan (yewnaniyan) pêk dihat û ji hatina berên tirk û mongolan heya avabûna Komara Tirkiyeyê hebûn û welatê xwe parastin. Pontos herêmeke têrçiya ye. Li van deveran de çiyayên Pontî cihekî pir fireh digirin.
Di damezrandina Komara Tirkiyeyê de (1923), gelê pontî rastî komkujiyeke hovane bû. Li seranser welatê Pontos (bi tirkî: Pontus Cumhuriyeti) bi fermandariya Mustafa Kemal Atatürk û serdariya Topal Osman komkujî pêk hat. Pontiyên ku li jiyanê man jî reviyan Yewnanistan, DYA û hin herêmên Rûsyayê.[çavkanî hewce ye]
Îro li gelek parlamenên welatan komkujiya pontiyan tê naskirin an nîqaşkirin. Ji Komara Tirkiyê tê xwastin ku ji ber vê tewanbariya li dijî mirovahiyê ye lêborînê bixwaze. Lê heya niha Komara Tirkiyê vê napejirîne.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.