PHP-Nuke
From Wikipedia, the free encyclopedia
PHP-Nuke nivîsbariyeke azad ji bo cêkirina siteyên înternetê ye.
![]() |
Îro di internet da sîstema PHP-Nuke zûtirîn di nav malperan da tê bikaranîn. Ev sîstem bixwe serbest tê belavkirin. Bi yek pakêtek hatiye pêşkêşkirin. Xwediyê sîstema PHP-Nuke malpera phpnuke.org e. Ji wir ew tê belavkirin û nûkirin. Versîyonên nû dem bi dem têne belavkirin.
PHP-Nuke bixwe sîstemek serbixwe ye. Ew bi MySQL dixebite û bi PHP-MyAdmin tê amadekirin. MySQL bixwe tenê li serverê tê bicîhkirin, jixwe amadekarê serverê MySQL ewil otomatîk bicîhdike. PHP-MyAdmin bo kontrolkirina naveroka sîstema malperê ye. PHP-Nuke tenê bixwe sîstem e, têda nivîs û pel nayne parastin. Naveroka malperê ango sîstemê di pela SQL da li ser PHP-MyAdmin tê parastin û nivîsandin. Emê zêdetir li cîhek din li ser MySQL û PHP-MyAdmin bisekinin.
PHP-Nuke bixwe bi pakêtek yekgirt tê belavkirin, lê belê, pakêtên din jî hene. Ew jî li ser bîngeha zimanê PHP’ê hatine nivîsandin, lê xweser in û tiştên cûda pêşkêş dikin. Li aliyek din jî, bo PHP-Nuke, tu çi bixwazî pêvebike, dîsa tu dikarî bidestbixe. Me ewil got, PHP-Nuke bixwe sîstema bingehîn e, lê bo wê sîstemê zêdetir “pakêtên” din hene. Bo mînak, di PHP-Nuke da forumek bîngehîn heye, lê eKart têda tune. Lê tu dikarî eKart pêvebike.