![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/1/1f/DEM_PART%25C4%25B0_LOGOSU.png/640px-DEM_PART%25C4%25B0_LOGOSU.png&w=640&q=50)
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan
partiyeke siyasî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan, (bi tirkî: Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi) bi kurtasî DEM Partî yan jî bi navê berê Partiya Çep a Kesk, Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep, (bi tirkî: Yeşiller ve Sol Gelecek Partisi) bi kurtasî YSP, partiyeke siyasî ye ku di destpêkê de li ser esasê siyaseta kesk ku xwedî ramanên “lîbertariya çep” e di 29ê tîrmeha sala 2010an de li Enqereyê hate damezrandin.[1][2] Sembola DEM partiyê darek e ku koka darê binefşî şeklê mirovî çêdike, taca darê ji pelên kesk pêk tê û rojek zer di nîvê tacê de serê şiklê mirov çêdike.[3] Hevserokên partiyê ya îro Tülay Hatimoğulları Oruç û Tuncer Bakırhan in.
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi | |
---|---|
![]() | |
Kurte | DEM Partî |
Serok | Tülay Hatimoğulları Oruç Tuncer Bakırhan |
Avaker | 604 kes |
Damezrandin | 29ê tîrmehê 2010(2010-07-29) |
Sergeh | Enqere |
Endam (2023) | ![]() |
Îdeolojî | Siyaseta kesk, Azadîxwaziya çep, Rasterast Demokrasî, Sekûlerîzm |
Alîgirên neteweyî | Partiya Demokratîk a Gelan |
Alîgirên herêmî | Partiya Demokratîk a Gelan Tifaqa Ked û Azadiyê Kongreya Demokratîk a Gelan |
Alîgirên ewropayê | Partiya Kesk a Ewropayê |
Alîgirên parzemînî | Partiya Kesk a Ewropayê |
Reng | Kesk, Mor, Pirteqalî |
Dirûşm | Rabe DEM Hat! |
Parlamen: | 57 / 600
|
Malper | |
demparti |
Li gorî tweetên Selahattin Demirtaş ku di beriya hilbijartina sala 2023an de hatiye parvekirin ku îhtîmal hebû PDG were girtin, siyasetmedarên PDGê bi Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinê dibin.[4] Piştî kongreya awarteya ku 15 cotmeha sala 2023an hatiye lidarxistin navê partiyê wekê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan hatiye guhertin (Bi kurtasî HEDEP). Piştî guhertina nav kurtasiya navê bi hinceta ku dişibe navê HADEP ku berî ji aliyê dadgeha tirk ve hatiye girtin navê kurtasî ya HEDEPê ji aliyê Dadgeha Bilind ve nehatiye pejandin. Piştre di 11 kanûna pêşîn a sala 2023an navê kurtasî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan wekê DEM Partî hatiye guhertin.[5]