Pêjgeha îtalî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Pêjgeha îtalî (îtalî: Cucina italiana) gelek dewlemend e lewra bingeha wê gelek kevn e. Bi hezaran salan romayiyan li sê parzemînan desthilatî kirine, danûstendin bi gelan re kirine, xwarin-vexwarinên wan wergirtine. Di pêjgeha îtalî de rêçên pêjgeha Îranê, pêjgeha kurd, pêjgeha cihû, pêjgeha Anatoliyayê, pêjgeha ereb, pêjgeha hindî, pêjgeha yewnan, pêjgeha Afrîkayê hene û îro jî bi hêsanî tên dîtin.
Bi vedîtina parzemîna Amerîkayê, hatina kartolê ve, wekî tevahiya Ewropayê li Îtalyayê jî jiyan gelek guherî. Bo cara pêşîn çandiniya kartolê pêşket, xwarin-vexwarin hatin guhertin. Îtalî ji gelek aliyan ve dişibin kurdan. Hez ji bi hevrexwarinê dikin, li ser destexaneyê (sifre) suhbetê dikin.
Di nava herêman de hin cudatî hene. Herêmên Îtalyayê yên başûr hinekê xizan in lê dîsa jî ji bakur bêhtir xwedî li xwarinên neteweyî derdikevin. Li bakur fastfood zêde ye. Penîr û şerab cihekê girîng digirin. Dîsa kafê (qehwe), espresso jî ji rengên destexaneya (sifre) îtalî ne.
Sedsala 4em b.z. Arkestratusê ji girava Sîcîlyayê, li Siracusayê li ser xwarin-vexwarinan nivîsiye. Di vê berhema xwe de behsa parastina xurdemeniyan, dab û nêrîtên masîgeran û xwarina masiyan, bikaranîna biharbêhnan (biharat) dike. Dîsa sedsala 1em b.z. De re coquinaria tê weşandin. Agahî li ser 470 biharbêhn û gelek teknîkên amadekirina berkeliyan (melzemeyên xwarinê) tê dayîn.