Dînên îbrahîmî
dînên yekxwedayî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Dînên îbrahîmî têgeheke ji wan dînên ku tê de Îbrahîm wek kesek giring tê baskirin re tê gotin. Ji hemûyan diyartir ev têgeh ji dînên cihûtî, xiristiyantî û îslamê re tê gotin. Dîneke din ya Îbrahîmî dînê Beha'yetê ye. Baweriya Beha'yetê di sedsala nozde an de geşekir li vê erdnîgariya niha jêre dibêjin Îran. Herçend ev dînên hanê ji aliyê bîr û baweran ve bi temanî ji hev cudane lê di gelek aliyên giring de hevrêne mîna wê bingeha sirûştî ya ku ew hemû yek xwedayî di perêsin û hevrêne ku pêdivîye hemû mirov bi tenê kirnoşê ji bû yek xwedayî bibin. Peyva Îbrahîmî di koka xwe de vedigere ji bo Îbrahîm pêyamber, ku gelek rêzdare di dînên Cihûtî, Xiristiyantî û Îslamê de.
Lîsteyeke çavkaniyan, girêdanên derve yan jî bîbliyografî di vê gotarê de hene lê belê tê de çavkaniyên di nav cimleyan de tine ne loma teyîdkirina agahiyan ne mimkûn e. (gulan 2024) |