![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/4/45/Flag_of_Occitania.svg/langku-640px-Flag_of_Occitania.svg.png&w=640&q=50)
Oksîtanya
From Wikipedia, the free encyclopedia
Oksîtanya (oksîtanî: Occitània [utsi'tanjɔ]) herêmeke dîrokî ya li başûrê Ewropayê ye ku zimanê oksîtanî di dîrokê de zimanê sereke bû[1] û hîn jî, bi piranî wekî zimanê duyemîn tê bikaranîn. Îro Oksîtanya di navbera başûrê Fransayê, Spanya, Monako, û deverên biçûktir ên Îtalyayê de hatiye parçekirin.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/4/45/Flag_of_Occitania.svg/640px-Flag_of_Occitania.svg.png)
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/8/8b/Occitanie.png/320px-Occitanie.png)
Gelê Oksîtanyayê di dîroke de ji aliyê polîtîk ve tucarê nekarîbû yekîtiya xwe ava bikê û dewletek yekbûyî û serbixwe damezrînê, lê zimanê oksîtanî ku zimanekî serbixwe ye û nezîkî katalonî ye karîbû girêdanekê di nava gelê vê herêma başûrê Fransayê pêk binê. Di van demê dawî ye gelê herêmê li çand û zimanê xwe verdigere û lê xwedî derdikeve. Minakek vê yekê ew e ku li Oksîtanyayê navê gund, bajar û devedan li kêleka fransî edî bi zimanê oksîtanî jî tên nivîsandin.