Notron, carina wek nyotron[1] an nutron an jî neutron tê nivîsandin, li fizîkê, yek ji kerî yên atomê ye ko çi barekê karevayî nîne û bariste yê wê 939.573 MeV/c² (1.6749 × 10−27 kîlogram, piçekê zêdetir ji protonê) ye. Zivirîna wê li dor xwe ½ e. Dijkeriya wê dijnotron e. Notron û proton bihevra navokê pêkdiînin.
Navoka piraniya atoman (hemî îzotopên tebitî bil ji îzotopa belav ya haydrojinê, prosyûm, ko tenê ji protonekê pêkhatiye) ji notron û protonan pêkhatine. Hijmara notronên navokê îzotopên hîman anko elementan diyar dikit (jibo mînak, navoka Karbon-12 ji 6 protonan û 6 notronan pêkhatiye û navoka Karbon-14 ji 6 proton û 8 notronan). Îzotop atomên elementan in ko hijmara wan ya atomî wekhev e lê jiber hindê ko hijmara notronên wan ne wekî hev e baristeyê wan jî newekhev e.
Notronê du quarkên jêr û quarkeka jor heye. Bi vî awayî, notron wekî baryon dihêt sinfandin.
Tebat
Li derveyî navokê, notrona azad bêtebat e û temenê navinc jibo mana wê 885.7±0.8 saniye anko çirke (nêzî 15 deqîqeyan) ne û elektronek û dijnutrînoyekê ji xwe der dikit da bibit protonek.
Çavkanî
Wikiwand in your browser!
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.