Newroz
Cejneke aryanî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Newroz yan jî Cejna Newrozê, cejneke çandî û dîrokî ye ku ji aliyê gelên îranî û gelek gelên din ên herêmê ve her sal di meha adarê de li seranserê cihanê tê pîrozkirin. Di serdema nûjen de cejna Newrozê di çanda kurdan de wekî cejna azadî û vejînê her sal di 21ê adarê de li seranserê Kurdistanê tê pîrozkirin. Li gorî mîtolojiya Newrozê Kawayê Hesinkar di vê rojê de li dijî serdarê zilimkar a Dehaq serhildan pêk aniye û wî têk biriye. Bi têk birina Dehaq re gelên bajêr ji bin zilmê rizgar dibin û ev roj ji bo gelên bajêr dibe roja rizgarî û şahiyê. Ji ber vê yekê cejna Newrozê di çanda nûjen a kurdan de wekê cejna azadiyê û vejînê hatiye diyar kirin. Tê texmînkirin ku li seranserê cihanê ji aliyê 300 milyon kesan ve her sal Newroz tê pîrozkirin. Tê texmînkirin ku li seranserê cîhanê pîrozbahiya herî mezin a girseyî pîrozbahiya Newroza Amedê ye ku her sal bi beşdariya sed hezaran kesan li Amedê tê organîzekirin.[1][2] Di pîrozbahiya Newroza Amedê de her sal nêzîkî 900.000 û 1.200.000 kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê dibin.[3][4]
Ji bo teyîdkirina agahiyên vê gotarê zêdetir çavkanî hewce ne. (adar 2024) |
Roja 21ê adarê ji aliyê lijneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di 23ê sibata sala 2010an de bi biryara jimareya 64/253an wekê Roja Newrozê ya Cîhanê hatiye îlan kirin.