From Wikipedia, the free encyclopedia
Neolîtîka berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic; salên 10.000-6.500 b.z.) demên destpêka neolîtîkê li herêmên Levend û Mezopotamyaya jorîn a Hîlala Berhemdar temsîl dike.[1][2][3][4] Neolîtîka berî Cervaniyê di nav Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (10000 – 8800 bz) û Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (8800 – 6500 bz) de hatiye teqsîmkirin.[5][6] Piştî Neolîtîka berî Cervaniyê heyama Neolîtîka Cervaniyê dest pê dike.
Herêmê erdnîgariyê | Hîlala Berhemdar |
---|---|
Heyam | Neolîtîk |
Dîrok | nêzîkî 10.000 — 6.500 bz[1] |
Cureyê cih | Jericho |
Berê | Rojhilata navîn ya epîpaleolîtîk |
Paşê | Yewnana neolîtîk |
Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic A) (salên 10.000-8800 b.z.) di kultura Neolîtîk a Levendî û Anadolî ya destpêkê de qonaxa yekem a Neolîtîka berî Cervaniyê nîşan dide.[1][2][7] Bermayiyên arkeolojîk li deverên Levend û Mezopotamyaya jorîn ya Hîlala Berhemdar de tên dîtin.
Periyoda vê demê bi xaniyên kerpîç ên dorpêçkirî yên biçûk, çandiniya dexlan, nêçîrkirina heywanên kovî, û adetên goristanê yên bêhempa ku tê de laş di binê xaniyan de dihatine veşartin, tê karekterîzekirin.[8]
Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic B; salên 8.800-6.500 b.z.) beşeke ji Neolîtîka berî Cervaniyê ye, kultureke neolîtîk a ku li Mezopotamyaya jorîn û Levendê bi cih bûye.[1] Ji aliyê Kathleen Kenyon ve dema kolandinên arkeolojîk ên li Jerichoyê ya Urduna Rojava de hatiye karekterîzekirin.
Meylên kulturî yên vê heyamê ji Neolîtîka A ya berî Cervaniyê cuda bûn. Kesên ku di vê perîodê de dijîn li ser hewanên kedîkirî zêdetîr îtîmad kirine ji bo ku karibin debara xwe ya nêçirî-komkerî temam bikin.
Divê ev beş were berfirehkirin. Tu dikarî lê zêde bikî. |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.