![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/7/77/Tesla_Sarony.jpg/640px-Tesla_Sarony.jpg&w=640&q=50)
Nîkola Tesla
From Wikipedia, the free encyclopedia
Nikola Tesla (bi serbî Никола Тесла, Nikola Tesla, bi înglîzî Nikola Tesla; jdb. 10ê tîrmehê 1856, m. 7ê kanûna paşîn 1943) dahêner, fizîknas, endazyarê karevayê û endazyarê mekanîkê yê navdar ê serbî-amerîkî.
Nikola Tesla | |
---|---|
![]() Nikola Tesla li derdora 1893î | |
Jidayikbûn | smiljan , Kroatya 10ê tîrmehê 1856 |
Mirin | 7ê kanûna paşîn 1943 New York, DYA |
Sedema mirinê | Têkçûna dil |
Esil | serb |
Hevwelatî | serbî - amerîkî. |
Pîşe | fizîknas, endazyarê mekanîkê ,dahêner,endazyarê karevayê |
Xelat |
|
Kariyera zanistî | |
Bandorbar | Ernst Mach |
Bandorker | Gano Dunn |
![]() | |
biguhêre![]() |
Ew wekî serbiyek li Împeratoriya Avusturyayéyê hatî bû dinê û paşê jî bûbû welatiyekê amerîkî. Ew zêdetir jibo kar û çalakî û dahînanên di warê kareva û asinreva û hevbendiya wan bihevra navdar e. Bi dahînanên xwe ve wî bingehê dozena hêza karevayê ya sirêma berguhêr (bi îngilìzî Alternating Current) û dozena dabeşkirina hêzê ya çendbarî anko polîfaz û motora SB anko motora AC dana û bi vî awayî Şoreşa Pîşesazî ya Duyê dest pê kir.
Wî li ser wegera elektrîkê ji asta mekanîk bere bi herikînê gelek lêkolîn kirine û îro ev di fizîkê de bi navê Tesla tê binakirin.
Eger nefreta we, bikare bibe elektrîsîte, ewê karibe hemû cîhanê vêxîne û ronî bike....
Nikola Tesla( 1856-1943)