Serbî yan jî sirbî yek ji zimanên slavî yên başûr e ku nêzîkî 12 milyon kes li başûr-rojhilata Ewropayê pê deng dikin. Serbî li Bosniya û Herzegovîna, Montenegro û Serbistanê zimanê fermî ye. Serbî hem bi tîpên latînî û hem jî bi tîpên kirîlî tê nivîsandin.

Thumb
Zimanê serbî (li vir bi îngilîzî Serbian language derdikeve)

Alfabeya serbî

30 tîpên serbî hene. Serbî kanê bi kirîlî û latînî were nivîsandin.

Eve herfên kirîlî yên zimanê serbî ne:

  • А Б В Г Д Ђ Е Ж З И Ј К Л Љ М Н Њ О П Р С Т Ћ У Ф Х Ц Ч Џ Ш
  • а б в г д ђ е ж з и ј к л љ м н њ о п р с т ћ у ф х ц ч џ ш

Eve tîpên latînî yên serbî:

  • A B C Č Ć D Dž Đ E F G H I J K L Lj M N Nj O P R S Š T U V Z Ž
  • a b c č ć d dž đ e f g h i j k l lj m n nj o p r s š t u v z ž

Serbî û kurdî

Zêdetir agahî Serbî, Kurmancî ...
SerbîKurmancî
DaErê
NeNa
Dobar danRojbaş
ZdravoSilav
Kako se zovete?Navê vi çi ye?
Kako se zoveš?Navê te çi ye?
Kako ste?Hun çawa nin?
Kako si?Tu çawa yî?
HvalaSpas, destxweş
MolimFermo
Koliko godina imate?Hun çend salî nin?
Koliko godina imaš [..îmaş]?Tu çend salî yî?
BeloSpî
Crna [tsrna]Reş
Majka [mayka]Dayê
TataBav
SestraXwişk
BratBira
GoraÇiya
RekaÇem, robar
HlebNan
VodaAv
Bigre

Çavkanî

Wikiwand in your browser!

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.

Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.