![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/3/3d/Rembrandt_-_Moses_with_the_Ten_Commandments_-_Google_Art_Project.jpg/640px-Rembrandt_-_Moses_with_the_Ten_Commandments_-_Google_Art_Project.jpg&w=640&q=50)
Mûsa
pêxember / From Wikipedia, the free encyclopedia
Mûsa (bi erebî: مُوسَى, lat. Mūsā; bi yewnaniya kevn: Μωυσῆς, lat. Moysés; bi îbranî: מֹשֶׁה, lat. Moşeh), li gorî kevneşopa ayînên cihû, mesihî û misilmanan, rêber, pêxember, dîroknas, qanûndanêr û navberkar bû. Wateya peyva "Mûsa" bi îbranî "ji avê derxistî" ye. Tê bawerkirin ku pênc kitêbên pêşîn ên Peymana Kevin (Destpêkirin, Derketin, Lêwiyan Case, Hijmartin û Vegerandin li Qanûnê) ji hêla Mûse ve hatine nivîsandin.
Agahiyên Praktîk Biblical judge (en), Jidayikbûn ...
Bigre
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/d0/Foster_Bible_Pictures_0070-1_Moses_with_the_Two_New_Tables_of_Stone.jpg/640px-Foster_Bible_Pictures_0070-1_Moses_with_the_Two_New_Tables_of_Stone.jpg)
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/db/Musa_with_a_cane_in_his_hand.jpg/320px-Musa_with_a_cane_in_his_hand.jpg)
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/0/0f/Image-English_Mission_Hospital_08.jpg/640px-Image-English_Mission_Hospital_08.jpg)
Çavkaniyên herî kevin ên li ser jiyana Mûsa, kitêbên Tewratê ne. Ew di Peymana Kevin de mirovê sereke û herî bi nav û deng e. Dibêjin, ku ew di nav mirovan de yê herî nefsbiçûk bû[1].