Mîran Janbar roman û çîroknivîseke kurd e. Di sala 1974an de, li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye.[1]
Mîran Janbar | |
---|---|
Jidayikbûn | 1974 (49–50 salî) Qoser, Mêrdîn,Bakurê Kurdistanê |
Pîşe | Nivîskar |
Zimanê nivîsinê | Kurdî |
Netewe | Kurd |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwede | Zanîngeha Dîcleyê |
Şêweyê wejêyî | |
Mijar | Honaka zanistî |
Berhemên navdar | |
Qolyeya Cecileê (2012) | |
biguhêre |
Jiyana wî
Di sala 1997an de, li Zanîngeha Dîcleyê, beşa matematîkê qedandiye.
Janbar, di nava qonaxên xwe yên nivîskariyê re, heta sala 2004an, bo demeke dirêj bi kar û barên şanoyê mijûl bû û di nava gelek komên şanoyê yên curbecur de derhênerî, lîstikvanî û karê nivîsandina deqên şanoyê kir.
Nimûneyên berhemên Janbar, ji navîna salên 90î û pê de, di kovarên wêjeyî yên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen-Name, Kovara W û di gelekên din de hatin weşandin. Mîran Janbar her wisa bi karê weşangeriyê jî radibe û yek ji damezirînerên Weşanxaneya Lîsê ye, ya ku di sala 2004an de li Amedê hatiye damezirandin.
Janbar niha jî di Weşanxaneya Lîsê de wekî berpirsiyarê hin rêzên pirtûkan û rêveber, li gel nivîskariya xwe, bi karên xwe berdewam e.
Berhem
- Ardûda, roman, 2004, Amed, Lîs
- Azad, kurteçîroka bo zarokan, 2006, Amed, Lîs
- Qolyeya Cécileê, roman, 2012, Amed, Lîs
- Kaptanê Mirinê, çîrok, 2019, Amed, Lîs ISBN 9786057535368
Çavkanî
Wikiwand in your browser!
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.