Fermandarê Hpg û Endamê Konseya Rêveber a PKKê From Wikipedia, the free encyclopedia
Murat Karayılan bi lêvkirina bi kurdî Mirad Qerayîlan (jdb. 1954 li Bîracik, Parêzgeha Riha, Bakurê Kurdistanê) yek ji pênc kesên payebilind û damezrênerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ku ji sala 1999an de, dema ku rêveber û demaziranê PKKê Abdullah Öcalan radestî Tirkiyeyê kirin, dibe serokê wekalet a rêveberiya PKKê.[1] Di sala 2014an de ji peywira serkirdayetiya PKKê derket û bûye fermandarê giştî yê baskê çekdarî yê PKKê ya Hêzên Parastina Gel.[2]
Murat Karayilan | |
---|---|
Jidayikbûn | 1954 |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Kurdistana Bakur |
Pîşe | Siyasetmedar û Fermandar |
Salên çalak | 1979–niha |
biguhêre |
Karayilan li navçeya Bîracikê bi ser Rihayê ji dayik bûye xwendina xwe li zanîngeha pîşeyî ya makîneyan qedand û di sala 1979an de beşdarî PKKê dibe. Heta sala 1980an berê ku derbasê Suriyeyê bibe, li bajarê Bakurê Kurdistanê li bajarê Rihayê bi awayekî çalak beşdarî xebatên siyasî dibe. Karayilan bang li kurdan kiriye ku ji dewleta tirk re leşkeriyê nekin, bac nedin û dev ji zimanê tirkî berdin.[3]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.