![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/f/f1/Bone_cross-section_ku.svg/langku-640px-Bone_cross-section_ku.svg.png&w=640&q=50)
Moxê hestî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Moxê hestî an jî mejiyê hestî (bi inglîzî: bone marrow an bi inglîzî: myeloid tissue)[1][2] şaneyeke nerm e û dişibe jelatînê. Ev şane xaneyên xwînê û xaneyên lîmfê dirist dike[3], loma têkiliya wî bi sîstema lîmfê û sîstema gera xwînê ve heye.[1] Hestiyên pahn ên wekî hestiyên kilox (hestiyên serê mirov), hestiyên hevzê (pelvîs) û hestiyê perasûbend (hestiyê singê), moxê hestî li xwe digirin. Her wiha hestiyên birrbirre û hestiyên dirêj ên wekî hestiyên ran (femur), hestiyên perasû û hestiyên bazû (humerus) jî moxê hestî li xwe digirin.[4][5] % 4ê giraniya laşê mirov ji moxê hestî pêk tê.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/f/f1/Bone_cross-section_ku.svg/640px-Bone_cross-section_ku.svg.png)