From Wikipedia, the free encyclopedia
Milli Gazete (rojnameya neteweyî) rojnameyeke tirkî ye. Navenda wê li Stenbolê ye. Wekî rojnameya fermî ya tevgera Nêrîna Neteweyî (Millî Görüş) tê dîtin. Ev tevger îslam û berjewendiyên neteweyî yên tirkan li hev dicivîne, di bin siya bîrdoziya tirk-îslamê de siyasetê dike.
Millî Gazete | |
Milli Gazete logo.gif | |
Welat | Tirkiye |
---|---|
Ziman | Tirkî |
Senifandin | Rojnameya rojane |
Weşanxane | Yeni Neşriyat A.Ş |
Hejmara yekem | 12ê kanûna paşîn 1972 |
Derketin | rojane |
Tîraj | 51.631 netGazete[1] |
Gerînendeyê giştî yê weş. | Mustafa Kurdaş |
Xwedî | Ömer Yüksel Özek |
Malper | Malpera fermî ya rojnameyê (romî) |
Bo daxwaz û derdên kurdan ti pêşniyarek wan nîne, di meseleya kurdan de xwe didin aliyê îdeolojiya fermî ya dewletê û mafên kurdan wekî cudaxwaziyê dibînin, bi tundî li dijî têkoşîna azadiyê ya kurdan derdikevin.
Tevgera Milli Görüş û ev rojname bi pêşengiya serokwezîrê demekê, Necmettin Erbakan hatiye damezirandin.
Pesnê tevgera Milli Görüşê dide. Pesindariya osmanîyan dike. Li dijî daxwazên kurdan e. Kurdan wekî parçeyekê ji neteweya tirk dibînin. Dijminiya cihû, ermenî, yewnanan dike. Li dijî cîhana rojavayî nûçeyan belav dike lê bo berjewendiyan carnan prînsîbên xwe diguherînin. Mirov dikare bêje nêzîkê mîrnişîniyên erebên kendavê ne. Him sûdê ji berhemên rojavayiyan werdigirin, dan û standinan dikin, him jî dînê Îslamê bi hin elementên dirûvî û tevgerî yên bisînorkirî, dijîn.
Ji ber ku demekê komkujiya cihûyan înkar kiribû, ji aliyê saziyên ewlekariyê yê Almanyayê ve ev rojname tê şopandin. Li dijî dînê xrîstiyaniyê, DYA û Îsraelê gelek radiweste. Dijberiya rêxistin û saziyên kurdan dike.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.