From Wikipedia, the free encyclopedia
Mihemed Dehsiwar nivîskarek kurd yê ji Bakurê Kurdistanê ye. Ew niha li Swêdê dijî.
M. Dehsiwar di sala 1959an de li Batmanê hatiye dinyayê. Wî xwendegeha pêşî, navî û lîse li wir xwendiye. Hê di xortaniya xwe de ketiya nav sefên welatperwerî û şoreşgeriyê. Piştî cûntayê ew mecbûrî derketina dervayî welêt bû û niha li Swêdê, li Stokholmê dijî. Piştî bicîbûna li Stockholmê û îmkanên xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, hewil da ko di vî warî de kar û xebatê bike. Wî digel vê, pêşî xwendegeha grafîkê ko di warê amadekirin û çapemeniyê de mirov digihîne û du sal bû, kuta kiriye. Paşê wî li Unîversîteya Stokholmê pêwendiyên navneteweyî (international relations) xelas kir û beşek jî ji »siyasalê« (political science) xwend. Niha jî bi teza xwe ya di vî warî de mijûl e. Ew di nav cîhana pirtûkan de, li Pirtûkxaneya Navneteweyî kar dike û di wir de berpirsiyarê beşa pirtûkên kurmancî û tirkî ye.
Ji bilî romana bi navê Çirîskên rizgariyê ferhengeke zarokan jî amade kiriye û di kovarên kurdî de çîrok û nivîsên wî jî derçûne. Ew her wiha wergeriyê Henning Mankell) wergerandine kurdî.
M. Dehsiwar bi kurdiya kurmancî dinivîse.
Ev gotara li ser nivîskar an helbestvanekî/ê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.