From Wikipedia, the free encyclopedia
Metroya Brukselê, (bi frensî: Métro de Bruxelles, bi almanî: Brusselse metro) pergalek metroya bilez e ku ji bo beşekî mezin a Herêma Bruksel a paytexta Belçîkayê re dixebite. Sîstem, ji çar xetên metroyê yên kevneşopî û ji sê xetên nûjen pêk tê. Xetên metro-pola M1, M2, M5, û M6 bi hinen beşên hevpar in.[1] Bi tevahî 39.9 kîlomêtre rê û ji 59 rawestgehan pêk tên.[1]
Pargîdaniya Veguhastina Navberî ya Brukselê (bi fransî: Société des Transports Intercommunaux de Bruxelles an STIB, bi hollandî: Maatschappij voor het Intercommunaal Vervoer te Brussel an STIB) di sala 1954an de hate afirandin. Yekem xeta tramwaya binerdê (an premetro) di navbera salên 1965 û 1969an de, ji Schuman heta De Brouckère hate çêkirin. Di sal 1970an de xeta duyemîn di navbera Madou û Porte de Namur/Naamsepoort de hate vekirin. Li Diamant di sal 1972an de rawestgeheke metroyê hate vekirin û di sala 1975an de xeta Greater Ring ji Diamant heta Boileau hate dirêj kirin. Ev beşa tramwayê ya binerdê hêj bêtir nehatiye pêşve xistin û ev xet ji hêla xetên tramwayê 7 û 25 ve tê bikar anîn. Rawestgeha Rogier di sala 1974an de hate vekirin.
Xet 1 (M) | Xet 2 (M) | Xet 5 (M) | Xet 6 (M) |
---|---|---|---|
* Gare de l'Ouest / Weststation
|
* Simonis
|
* Erasme / Erasmus
|
* Roi Baudouin / Koning Boudewijn
|
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.