Mehmûd Kaşxerî
zimannasê tirk ê sedsala 11an / From Wikipedia, the free encyclopedia
Mehmûd Kaşxerî, (bi erebî: محمود بن الحسين بن محمد الكاشغري, Muhammad ibn al-Husayn ibn Mahmud al-Kashghari) (jdb. 1008 - m. 1105) yek ji zimannas û zanayên sedsala 11em e ku bi xebatên xwe yên li ser jiyan û çanda tirkan a serdema xwe tê naskirin. Rojbûyîn û mirina wî bi texmînî ne.
Mehmûd Kaşxerî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1029 ![]() |
Mirin | 1101 ![]() Upal ![]() |
Pîşe |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Tê texmînkirin ku malbata wî ji Berzxana nêzîkî Issik-Kulê bûye. Giringiya xebatên wê li ser zarave û devokên tirkî bûye. Pirtûka xwe ya navdar (Diwān Lughāt at-Turk) di nava salên 1072–1094an de dinivîsîne û li Bexdayê çap dike. Li gel zimanê tirkî, herwiha di pirtûka xwe de li ser bingeha tirkan jî nêrîna xwe dibêje. Gorî wî, tirk ji kurekî Nuh ê bi navê Yafet (an Yafes) peyda û belav bûne.
Li ser ferhenga tirkî û erebî, li ser çand, erdnîgarî û dîrokê jî rawestiyaye. Zanayên rojava dibêjin ku, bi wî re hinekê kompleksa biçûktiyê hebûye. Di berhemên xwe de serbilindiya koçberan a li dijî xakecihan (akincihan) aniye ziman. Di dema wî de Bexda di destê Selçûkiyan de bûye û tê zanîn Selçûkî împeratoriyeke farisî-romî (tirk) bûye.
Ew wêne (nexşe) ya ku ji aliyê Mehmûd Qeşxerî ve di pirtûka bi navê "Diwān Lughāt at-Turk" (Dîwanî Luxatî Turk) hatiye çêkirin tê de nivîsandiye ku Erdul Ekrad yanê "Erdê Kurdan" û tê wateya Kurdistanê.[1]
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/b/bc/Kashgari_map.jpg/640px-Kashgari_map.jpg)