Maurizio Garzoni
kurdnasê îtalyan / From Wikipedia, the free encyclopedia
Maurizio Garzoni (jdb. 2ê kanûna pêşîn a 1734an − m. 1804), keşeyekî îtalî ye, ji ber berhema wî ya bi navê Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda (Rêziman û ferhenga zimanê kurdî) jê re dibêjin "bavê kurdolojiyê".[1]
Maurizio Garzoni | |
---|---|
Navê rastî | Maurizio Garzoni |
Jidayikbûn | 2ê kanûna pêşîn a 1734an Torino, Îtalya |
Mirin | 1804 |
Esil | Îtalyan |
Bernav | Bavê Kurdolojiyê |
Pîşe | Mîsyoner, Kurdnas |
Bandorbar | Giuseppe Campanile (1762-1835), Domenico Lanza (1718-1782) |
Bandorker | Leopoldo Soldini |
Dîn | Xiristiyan ( Katolîk ) |
biguhêre![]() |
Grammatica e vocabolario della lingua Kurda (Rêzîman û bêjesaziya/bêjeyên zimanê kurdî) sernavê pirtûka wî ye. Di sala 1787an de li bajarê Romayê hatiye çapkirin. Li ser rêzimana kurdî ye.
Garzoni di nava salên 1752 - 1787an de li ser kurdan û kurdî xebitiye. Zêdetirî 18 salan li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Mûsilê maye. Wek keşeyekî Domînîk bi armanca xwe ya mîsyonertî hatiyê Kurdistanê û bo hînkirina xaçparêzî xebitîye. Di wî demê de alîkariya Domenico Lanza (1718 - 1782) û Giuseppe Campanile (1762 - 1835) karê xwe yê kurdolojiyê kiriye. Ji ber ku ew bi dogmatîzm û dîsîplîna katolîkiyê perwerde bûye, viya bandora xwe li ser xebatê jî kiriye. Wî bi dogmatîkî li ziman û jiyana kurdan nêriye.[çavkanî hewce ye] Wî û hevalên xwe ji bo dîroka rêzimana kurdî karekî girîng û bêhempa kiriye. Beriya Mînorskî ew li Ewropa wekî "bavê Kurdolojiyê" yan "rêberê rêzimana kurdî" dihate binavkirin.[çavkanî hewce ye]
Li Weşanxaneya Sacra Congregazione di Propaganda Fide hatiye çapkirin. Orijînala pirtûkê niha li Zanîngeha Oxfordê ye. Di 19ê hezîrana 2008an de pirtûk ji bo parastinê ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve hatiye dîgîtalîzekirin. Pirtûk ji 288 rûpelan pêk tê. Garzoni di pirtûka xwe de ferhengokek jî bi cih kiriye. Ferhengok ji 4.500 bêjeyan pêk tê. Pirtûk di sala 1826an de dîsa hatiye çapkirin, bi taybetî li Stembol, Bexda û Amedê hatiye firotin.
Xebateke din jî ji aliyê hevalê Garzoni, Giuseppe Campanile hatiye nivîsîn. Navê wê Storia della regione del Kurdistan e delle sette di religione ivi esistenti (Dîroka herêma Kurdistan û dînên li wir hene) ye. Di sala 1818an de li Napolî hatiye çapkirin.