çiqilekî zanistê From Wikipedia, the free encyclopedia
Matematîk, werze, bîrwarî yan jî bîrkarî, (ji yewnanî μάθημα, máthēma bi wateya "zanîn, hêmbûn"), zanîna li ser rewş û mercên çendatî kwantatîv û peywendiyan û li ser formên gewdên jiyana objektîf e. Bîrwarî di tevahî zanistên pozîtîv de tê bikaranîn. Li gora zanyaran bîrwarî 200 sal zêdetir li pêşiya fizîkê dimeşe.
Peyva matematîk ji μάθημα (máthēma) ya yewnanî tê. Wateya wê di yewnaniya kevn de mîna zanîn û hêmbûnê bû. Di zimanê wan ê anahîn de wek ders tê bikaranîn.
Matematîka pêşdîrokî ji ber ku delîlê nivîsî tune ye, mirov kane bibêje a bi devkî ye. Bê guman pêşve çûna pêşîn divê pêkanîna jimareyan û jimartinê be.[1] Tête texmîn kirin ku vê pêşveçûnê ji pêwîstîyên jîyanê derketî.[2] Îhtîyacên komeleyan herçî zêde bûn jê re matematîkek bilindtir jî lazim bû.
Li çar şaristanên cîhana kevn (Mezopotamya, dora çemên Nîlê, Hindûs û Ganjê, Hwang Ho û Yangtsê) mirovan aboriya xwe bi ajotina erdan dikir. Bo bikaranîna erdên xwe û debrên xwe kontrol bikin matematîk bikar dianîn.[3]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.