![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/3/36/Mary_Wollstonecraft_by_John_Opie_%2528c._1797%2529.jpg/640px-Mary_Wollstonecraft_by_John_Opie_%2528c._1797%2529.jpg&w=640&q=50)
Mary Wollstonecraft
From Wikipedia, the free encyclopedia
Mary Wollstonecraft (jdb. 27ê nîsana 1759an− m. 10ê îlona 1797an)[1] yek ji nivîskar û parêzvanên mafê jinan a brîtanî ya bi eslê xwe îrlendî ye. Mary Wollstonecraft dayika nivîskara navdar Mary Shelley bû.
Mary Wollstonecraft | |
---|---|
![]() | |
Jidayikbûn | 27ê nîsana 1759an Primrose Street, Spitalfields (en), Middlesex |
Mirin | 10ê îlona 1797an (38 salî) The Polygon, Somers Town (en), Middlesex |
Cihê goristanê | |
Zimanê nivîsinê | Înglîzî |
Netewe | ![]() |
Berhemên navdar | |
| |
Hevjîn | William Godwin (1797) |
Zarok | Mary Shelley |
biguhêre![]() |
Zarokatiyeke dijwar jiyaye. Neçûye dibistanê û xwandin-nivîsandinê bi keda xwe hînbûye. Nexwastiye bizewice û malbata xwe terikandiye. Di gelek karên dijwar de xebitiye. Yekemîn pirtûka wê ya bi navê Mary û pirtûka duyem Perwerdeya keçikan bala weşanger Joseph Johnson kişandiye û Johnson ew wekî edîtorê weşanxaneyê girtiye cem xwe. Gelek zimanên ewropî fêrî wê kiriye û jiyana nivîskariya Wollstonecraft a pisporî ji wisa destpêkiriye.
Bandora Şoreşa Fransayê ragîhaniye Brîtanyayê û ketiye polemîkên mezin. Têkoşîn bo mafê jinan bûye karê wê yî sereke.