Bajarekî Tirkiye From Wikipedia, the free encyclopedia
Mamekî, Mamekiye yan jî Dêrsim (1928: ماميكى / Mamiqui; 1946: Mamiki (Kalan); bi tirkî: Tunceli) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye û navenda parêzgeha Dêrsimê ye ku di nav Geliyê Munzirê de li ser peravê Çemê Munzirê hatiye avakirin. Li gorî daneyên sala 2009an nifûsa bajêr 35.909 kes e.
Mamekî
Dêrsim | |
---|---|
Bajar | |
Tunceli | |
Koordînat: 39°06′23″Bk 39°32′33″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Dêrsim (parêzgeh) |
Serbajar | Mamekî |
Hejmara nahiyeyan | 4 nahiye |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 52 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 882 km2 (341 sq mi) |
Bilindahî | 914 m (2999 ft) |
Nifûs (2009) | 35.909 [1] |
• Berbelavî | 9,8/km2 (25/sq mi) |
• Serbajar (2009) | 31.599 |
Koda postayê | 62000 |
Koda telefonê | (+90) 428 |
biguhêre |
Di despêkê de bajêr bi navên Kalan yan jî Mamekî hatiye binavkirin. Navê Dêrsîmê ji du peyvên kurmancî/zazakî ji peyvên der (derî) û sim (“zîv”) pêk tê ku bi vî awayî tê wateya “deriyê zîv”. Navê bajêr wekî yek ji navên din ên erdnîgarî ya li Bakurê Kurdistanê ye ku hatine guhertin ku hinek caran bûye sedema nakokiyan.
Li gorî lêkolînên arkeolojîk ên ku li Dêrsimê hatine birêvebirin herêm ji serdema kalkolîtîkê (5500-3500 b.z.) vir ve bûye wargeha mirovan. Dîroka nivîskî li herêma bi navê Îşuva (hurrî-mîtanî) beriya zayînê di sala 2200an de bi subaruyan re dest pê kiriye. Di encama têkoşîna Mîrektiya Îşûva ya ku ji aliyê hûriyan ve li herêmê, bi hîtîtan re hatiye avakirin, beriya zayînê di sala 1600an de herêm dikeve bin desthilatdariya hîtîtan. Piştre herêm dikeve bin serweriya ûrartûyan ku herêm beşa herî rojava yê welatê ûrartiyan pêk tîne. Piştî ûrartûyan herêm ji aliyê Împeratoriya Medan û Împeratoriya Axamenî ya Farisan ve hatiye birêvebirin. Piştê medan û farisan herêm dikeve bin desthilatdariya qiralê makedonî Îskenderê Mezin û ji aliyê Îskenderê Mezin ve hatiye birêvebirin.[2]
Berê dagirkirina osmaniyan de navê bajêr wekî Kalan dihat zanîn û beşek ji herêmê jî bi navê Dêrsimê hatiye zanîn. Çend sal berê komkujiyên Dêrsimê de di sala 1935an Parêzgeha Dêrsimê tê damezirandin û di sala 1946an de bajarê Kalanê (Dêrsîma îro) wekê serbajarê Parêzgehê Dêrsimê hatiye ragihandin.
Dêrsim di encama kampanyaya “tirkkirinê” ku yek ji polîtîkayên înkarkirina kurdan e ku piştî damezrandina Komara Tirkiyê di sala 1923an de Dêrsim bûye yek ji hedefên serekeyên dewleta tirk.
Di salên 1937–1938an de dewleta tirk li herêma Dêrsimê li dijî kurdan rêzeke komkujî ku bi salan berdewam dike dide destpêkirin.[3] Di encama êrîşan de tevî ku piraniya kurdên Dêrsimê ku di gundên Dêrsimê de dijiyan bi hezaran kurd hatin kuştin û gelek ji wan sirgûnî deverên din ên Tirkiyê hatin kirin.[4] Di komkujiyê de 20 ton “Kloroasetofenon, Gaza Xerdelê û hwd” ji aliyê dewleta tirk ve hatiye bikaranîn.[5][6][7]
Her çiqas McDowall dinivîse ku ev hêjmar qurbaniyên komkujiyê dikare were zêde kirin, li gorî texmîna brîtanî ya hemdem hêjmara qurbaniyan 40.000 kes bûn. Dîroknas Hans-Lukas Kieser diyar kiriye ku hêjmara kesên di komkujiyê de ji 40.000 kesan zêdetir e.[8] Antropologê kurd Dilşa Deniz diyar kiriye ku hejmara qurbaniyan di navbera 46.000 û 63.000 kesan de ye.[7][9] Dîroknas Annika Törne qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê di navberê 32.000 û 70.000 kesan de texmîn kiriye.[10]
Erdnîgariya Kurdistanê yek cihê herî taybet ku li gel şariştaniyan malavaniya gelek dîn û baweriyên cûda kiriye.[11] Dêrsim yek ji wan herêmên taybet ê Kurdistanê ye ku li hemberê hemî zextên li ser baweriya wan heya roja îro bawerî ya xwe parastine.
Kurdên qizilbaş ên Dersimê ji bo ku bi paşerojê re têkiliyên saxlem saz bike pêwîste li gel çarçoveya teorîkî bi bikaranîna a pratîkî jî baweriya xwe li ber çav bigirin.[12] Pêşengên baweriya elewiyên Dêrsimê di bin sê komên sereke de kom dibin ku di nav wan de rêber, pîr û rêşînas (murşîd) heye.[12] Rêber asteke li jêra pîr e ku tê wateya "serokê rê". Pîr dîndar ên kal in ku asteke ji rêbertiyê bilindtir e.[12]
Di bawerîya Dêrsimê de baweriya Xizir heye ku di dia û di nifiran xwe de alîkariyê ji Xizir dixwazin.
Mamekî bi hezar salan bûye warê kurdan. Di dîroka Mamekiyê de ji sedema zordarî û komkujiyan, gelê herêmê hertim mişext bûye. Li gorî çavkaniyan her çiqas dem diçe, nifûsa Dêrsimê û bi vê re nifûsa Mamekiyê kêm dibe.[13]
Sal | 1940 | 1945 | 1950 | 1955 | 1960 | 1965 | 1970 | 1975 | 1980 | 1985 | 1990 | 1997 | 2000 | 2007 | 2009 | 2011 | 2015 | |||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Hejmara bajêr | 837 | 762 | 1883 | 2360 | 3818 | 5.825 | 9.366 | 11.637 | 12.859 | 18.471 | 24.513 | - | 25.041 | 27.091 | 31.599 | 32.815 | 34.461 | |||||||
Hejmara gundan | - | - | - | - | - | 14.736 | 15.573 | 17.454 | 16.998 | 17.484 | 13.142 | - | 5.282 | 4.056 | 4.310 | 4.308 | 4.417 | |||||||
Kom | - | - | - | - | 19.245 | 20.561 | 24.939 | 29.091 | 29.857 | 35.955 | 37.655 | 27.091 | 30.323 | 31.147 | 35.909 | 37.123 | 38.878 | |||||||
Çavkanî: Yerelnet, Tunceli Girêdana arşîvê 2013-03-23 li ser Wayback Machine / Uluslararası Bilimsel Araştırmalar Dergisi: Tunceli Kentinin Nüfus Özellikleri (IBAD, 2019; 4(2):183-200) |
Ji ber problemên teknîkî grafîk ne berdest in. Ji bo zêdetir agahiyan binêrin Phabricator û MediaWiki.org. |
4 nahiye û 52 gundên navçeya Mamekiyê hene:
Mamekî (navend) |
Çixêk |
Pax |
Tûlik (Sütlüce) |
Dêrsim xwediyê avhewaya parzemînî ye (Köppen: Dsa, Trewartha: Dc) ku di mehên havînan de pir germ û hişk e û di mehên zivistanê de jî sar û bi berf e.
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Mamekiyê (1975-2010)
Çavkanî: www.dmi.gov.tr |
Aborî ya serekeyê Dêrsimê xwedîkirina heywanan e. Genim yekane berhema çandiniyê ye ku li qadên çandiniyê herêmê tê çandin. Li herêma Dêrsimê depoyên krom û kevirên mermer hene lê ev tenê ji bo bajêr tenê tê hilberandin. Li bajêr çend kargeh hene ku li ser çandiniyê ne dixebitin.[14]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.