![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/2/2e/Mamaliga_right.jpg/640px-Mamaliga_right.jpg&w=640&q=50)
Mămăligă
From Wikipedia, the free encyclopedia
Mămăligă (ûkraynî Мамалига, yan Кулеша; rûsî Мамалыга (кукурузная каша "xaşîla lazûtê"); polonî Mamałyga; mecarî Puliszka, "xaşîla lazûtê") xaşîleke (helîse, lape) lazûtê yê. Dişibe polentaya îtalî, li Romanya, Moldova û gelek deverên balkanê tê xwarin. Romanyayî wekî xwarineke neteweyî dibînin.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/2/2e/Mamaliga_right.jpg/640px-Mamaliga_right.jpg)
Li Kurdistanê jî xaşîl (lape, helîse) û gevolên (gebol) lazûtê tên çêkirin. Ardê (arvan) lazûtê berê xwarina xizanan bûye, lê niha bûye ya dewlemendan. Ev xaşîl jî ji ardikê lazûtê (bi romanî: mălai) tê çêkirin. Ardikê dikin quşxane yan beroşê nava şoravkê, dikelînin. Divê bêrawestan were li hev dan.
Mămăligă bi xwarinên masiyan û hêyavkan pirr tê xwarin. Bo mînak bi gulaşê (romanî: tocană). Wekî henekpêkirinê li Romanyayê gotina "mămăliga din mălai (mămăliga ji lazûtê) tê bikaranîn.