From Wikipedia, the free encyclopedia
Gulaş xwarineke quşxaneyê ye. Mirov dikare wekî hêyavk an şorbeyekê jî binavbike, lewra gelek cureyên wê hene.
Gulaş
| |
---|---|
Welat | |
Dewlet | Mecaristan |
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Gulaş di pêjgeja gelek gelan de heye. Kurd jî dizanin û ji xwe paşpirtika +aş bi kurdî wateya xwarinê pê dixe. Peyv ji xaşandinê tê lewra bi kelînê goşt dixaşe. Di zimanê mecarî de navê wê gulyás e û ew jî tê wateya gavan. Rojavayî bingeha vê xwarinê bi Mecaristanê ve girêdidin, dibêjin ji wir belavbûye.
Standardeke wê nîne. Ji goştê pez an dewarê tê çêkirin. Goşt tê tîkekirin, pîvaza hûrkirî jî di nav de, tê biraştin. Sîra kutayî, reşke (kîmyon), îsota dirêj, kartol û fringî (bacanê sor, tomatos) jî dikeve navê. Li Mecaristanê bi navê székely gulyás cureyekê wê yê din jî heye ku bi kremaya tirş tê çêkirin. Mirov dikare wê wekî xwarineke cuda jî binirxîne, lewra kelem, goştê berazê û biharat tê de heye.
Gulyás cure şorbeyeke mecarî ye.
Bi mecarî jê re Bográcsgulyás dibêjin. Di pîrozvahiyan te gelek tê xwarin. Xwê, biharat, sîr, kîmyon, îsota tûj (a pûlpelî) tehma xwe dide xwarinê.
Xwarineke mecarî ye, quşxaneyî ye. Lovî lê tê zêdekirin. Wekî terîfeya ya bi sêvaxînê ye, bes ji dêl wê lovî tê tevlîkirin.
Ji sêvaxînê (sêva binerdî) ye.
Pörkölt nêzîkê Gulyásê ye.
Silka zer, gizêr, kartolê xwêkirî lê tê zêdekirin, ji goştê dewarê, pirranî ji yê berazê tê çêkirin.
Gelek cureyên wê hene. Bi taybetî li Almanya û rojhilatê Ewropayê bi dehan cureyên ji goştê dewarê tên xwarin.
Li Almanyayê:
Jê re herwiha gulaşa biharatî jî dibêjin. Wekî cureyên klasîk tê amadekirin.
Ji sosîsa Debrecziner-Wurstê tê amadekirin.
Pîvaz û tîkegoşt heya zerayî pê ket tên biraştin. Beriya wê divê goşt bê biharatkirin û xwêkirin. Ard (arvan) pê tê werkirin. Piştre tê kelandin.
Ji goştê dewarê yan berazê ye. Fringî (tomatos, bacanê sor) dikevê, herwiha kartol jî. Çima jê re ya çîganan gotine, nayê zanîn. Dibe ku bingeha vê xwarinê heya Hindistanê dûr be.
Versiyoneke Pörkölt a mecarî ye. Bi biharatên tûj (no) tê çêjdarkirin, lewra jî jê re paprîkayî-îsotî gotine.
Li Almanyayê jê re Wurstgulasch dibêjin ku pirranî li herêmên berê yên DDRê tê xwarin. Merge, ketçap jî tê tevlîkirin. Pirranî bi meqarneyê tê servîskirin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.