Lût
From Wikipedia, the free encyclopedia
Lût (erebî: لوط, îbranî: לוט, tê wateya "perde" an "pêçandin")[1] yek ji pêxemberên dînên îbrahîmî ye. Cara yekem, di beşên 11-14 û 19 yên pirtûka Destpêbûn/Genesis a încîlê de qala wî tê kirin. Bûyerên girîng di jiyana wî de ev in: rêwîtiya wî bi mamê xwe Abram (Îbrahîm) re; reva wî ya ji wêrankirina Sodom û Gomorayê, ku di wê demê de jina Lût werdigere stûnek xwê; û serxweşkirina wî ji aliyê keçên xwe ve, da ku ew bi wî re têkevin têkiliya zayendî û ji malbata wan re neviyên wan hebin.[2]