![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/a/a0/Roj_emblem.svg/langku-640px-Roj_emblem.svg.png&w=640&q=50)
Lîsteya xanedan û dewletên kurdan
Xanedan û dewletên kurdan / From Wikipedia, the free encyclopedia
Ev lîsteyeke xanedan, dewlet û herêmên otonom ên kurdan e. Heta sedsala 10an têgiha "kurd" bi maneyeke etnîkî nedihat bikaranîn û ji koçerên îranî yên li herêma di navbera Gola Wanê û Gola Ûrmiyeyê re "kurd" dihat gotin.[1] Di çavkaniyên erebî yên serdema navîn de, "kurd" ji koçer û nîvkoçerên ku ne faris bûn û ne jî tirk bûn re dihat gotin.[2][3]