Kurebeşk
From Wikipedia, the free encyclopedia
Kurebeşk yan jî Kurebeşkê Ewropayê (Meles meles), cureyekî kûzeyan e (Mustelidae) ku ji cinsê kurbeşkan (Meles) e. Kurebeşk ajaleke kovî ye ku li Kurdistanê, Ewropa û Asyayê tê dîtin. Ajal di Lîsteya Sor a IUCNê de wekî metirsiya herî kêm hatiye diyar kirin ji ber ku ajal li qadeke berfireh û bi nifûseke mezin tê texmîn kirin ku li hinek deveran zêde dibe. Kurebeşk bi çend binecure têne naskirin ku binecureyên namzed (M.m. meles) in li piraniya Ewropayê serdest in. Di salên dawî de hebûna Kurebeşkên Kurdistanê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ketiye xeteriya tinebûnê. Niha li Bakurê Kurdîstanê nifûsa Kurebeşkan di bin parastinê de ye.[2]
Agahiyên Praktîk Kurbeşk, Rewşa parastinê ...
Kurbeşk | |
---|---|
Rewşa parastinê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Carnivora |
Famîle: | Mustelidae |
Cins: | Meles |
Cure: | M. meles |
Navê zanistî yê latînî | |
Meles meles Linnaeus, 1758 | |
Belavbûna kurbeşkan li cîhanê |
Bigre