Kurdên Anatolyayê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Kurdên Anatolyayê[2] (bi romî: İç Anadolu Kürtleri û Tuz Gölü Kürtleri[3] (Kurdên Deryaçeya Xwêyî)) ev kurd in ku li Anatolyayê (Anatolyaya Navîn) dijîn.
Agahiyên Praktîk Gelhe tevahî, Herêmên ku lê şêniyên sereke ne ...
![]() | |
Gelhe tevahî | |
---|---|
500.000 | |
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne | |
Enqere | 150.000[1] |
Qonye | 110.000 |
Aqsaray | 40.000 |
Parezgêhen mayî | 200.000 |
Ziman | |
Kurdî (Kurmancî, Dimilî, Şêxbizinî) Tirkî | |
Baweriya dînî | |
Îslam (Sunnî, elewîtî) |
Bigre
Îro li Anatoliyaya Navîn, li Enqere, - Haymana, Polatlı, Bala, Şereflikoçhisar, Qonye - Kulu, Cihanbeyli, Yunak, Kırşehir (Kaman, Çîçekdaxi, Nevşehir, Aksaray, Yozgat (Yerkoy), Çorum, Sivas û li Tokatê ji milyonek zedetîr[çavkanî hewce ye] kurd hene.
Li Anatolyaya Navîn li Enqerê 102, li Qonyê 75, li Kırşehirê 52, li Nevşehirê 50, li Aksarayê 70, li dorbera sinorên Yozgat - Tokat - Amasyê 41, li Kayseriyê 23 bi giştî nêzîkî 300 gundên[çavkanî hewce ye] kurdan hene.