Koendama lîmfê
beşek ji koendama bergiriyê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Koendama lîmfê an jî sîstema lîmfe, (bi latînî: systema lymphoideum) sîstema gerê ya duyemîn a laş e. Sîstema gerê ya yekemîn a laş sîstema gera xwînê ye. Gera şileya lîmfê ji mûlûleya lîmfê dest pê dike, ji lûleyên lîmfê, girêyên lîmfê û coyên lîmfê derbas dibe û di lûleya xwînê de bi dawî dibe. Gera lîmfê yekalî ye, şileya limfê ji navbera şaneyan derdikeve, ber bi dil ve diherike.[1] Berevajî sîstema gera xwînê, di sîstema lîmfê de, dil ji bo herika şileya nav lûleyan alîkarî nakê. Ango sîstema gera lîmfê wekî mîna xwînhêneran, bi girjbûna masûlkeyan û bi navbeynkariya derîçeyan, şileya lîmfê ber bi dil ve diherikîne.[2] Şileya lîmfê dawiya dawî di nav guhikeya rastê ya dil de vala dibe û tevlê xwînê dibe.
Erkê sereke yê sîstema lîmfê;
- Ji navbera xaneyan, şileya şaneyê dimijîne û şileyê tevlî xwînê dike.[1]
- Bergiriya laş dabîn dike.
- Ji xurekên di nav rûviyê zirav de, çewrî (lîpîd) û vîtamînên A, D, E, K dimijînê û tevlî xwînê dike.[3]
Koendama lîmfê ji lûleyên lîmfe, şileya lîmfê, girêyên lîmfê (lîmfegirê), û endamên lîmfê yên wekî sipil, aloq, rijênê tîmus û mejiyî hestî pêk tê.[4]