From Wikipedia, the free encyclopedia
Kildanî an jî kildaniyên katolîk navê civateke xiristiyan a aramî ye û şopînerên Dêra Katolîk a Kildanî ne, ku di dîrokê de girêdayî Dêra Rojhilatê bûne.[5]
Gelhe tevahî | |
---|---|
616,639 (2018)[2] | |
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne | |
Iraq | 241,471 (2016)[3] |
Tirkiye | 48,594 (2016)[3] |
Sûrî | 10,000 (2016)[3] |
Îran | 3,390 (2016)[3] |
DYA | 250,000 (2018)[4] |
Kanada | 31,372 (2016)[4] |
Awistriya | 17,172 (2016)[4] |
Ziman | |
Aramiya nû (suryanî, turoyo, aşûrî) | |
Baweriya dînî | |
Dêra Katolîk a Kildanî | |
Têkildarên komên etnîkî | |
Aramî Aşûrî, Suryanî, Nestûrî |
Kildanî, her çend wekî etnîkî ji suryanan tên hesibandin jî ji ber mezhebên xwe ji alîgirên Dêra Suryanî ya Rojhilatê cuda ne.[6][7] Di esasê de kildanî, suryanî û nestûrî/aşûrî her yekî girêdayî neteweya aramiyan e ku ji bawermendên monofîzîtan re suryanî, ji şopînerên Nestoriusî re nestûrî an jî aşûrî û ji nestûriyên ku piştre ketine şopa Dêra Katolîkê re jî kildanî tê gotin. Her wiha kildanî piranî li derûdora Nînewayê jiyane.[8] Kildanî û suryanî ji aliyê Qanûna Bingehîn a Iraqê ve wekî neteweyên ji hev cûda têne qebûlkirin.[9]
Piştî veqetîna 1552an a ji Dêra Rojhilatê, komek ji wê dêrê bi Dêra Katolîkê re ketin têkiliyê û bi vê têkiliyê civata katolîk a kildanî li Mezopotamyaya jorîn di sedsalên 16 û 17an de hate avakirin. Kildanî bi piranî li bakurê Iraqê, başûrê rojhilata Tirkiyeyê û bakurê Sûriyê dijiyan lê ji ber gelek sebeban ber bi welatên rojavayê koç kirine û îro li DYA, Kanadayê, Meksîkayê, Awistralyayê, li Swêd û Almanyayê dijîn. Her wiha niha li Libnanê, Misirê, Filistînê, Îsraêlê, Urdunê, Îranê, Tirkiyeyê[10] û li Gurcistanê jî civatên kildaniyan hene. Sebebên herî dawî yên koçberiyê tade û zilmên etnîkî û dînî, şert û mercên aborî yên xirab û kêmbûna ewlehiyê ye piştî dagîriya Iraqê ya 2003an.[11]
Şopînerên Dêra Katolîk a Kildanî her tim xwe wekî "Kildanî" bi nav dikin û lê belê mîna bawermendên Dêra Ortodoks a Suryanî, Dêra Katolîk a Suryanî, Dêra Rojhilat a Suryanî û Dêra Kevnar a Rojhilatê ku ew jî li Mezopotamya jorîn dijîn, ji zimanê xwe re dibêjin "suraye" (suryanî: ܣܘܪܝܐ). Gava ku civaka wan bi Vatîkanê re ketiye têkiliyê, Dêra Katolîk wan navê kildanî li bawermendên nû kiriye ku ji Nestûriyan cuda bin.[12] Bi vê jî nestûriyên ne aramî jî navê kildanî hildan[13][14][8] Wekî mînak Dêra Suryanî ya Kildanî a Hindistanê ku ne aramî ne, bi Dêra Aşûrî ya Rojhilatê re hevparê yekîtiyê ye.[15]
Di sala 1908an de, berî Seyfoyê û hilweşîna Împeratoriya Osmanî û avabûna dewletên nû li Rojhilata Navîn bi ya Ensîklopediya Katolîk "pirraniya nifûsa kildanî li bajarên Kerkûk, Hewlêr û Mûsilê, li geliyên Dîcle û Zapê û li çiyayên Kurdistanê" bi cih û war bûn.[16] Bi encama şerên navxweyî û serhildanên Rojhilata Navîn ve koçberiyeke mezin di herêmên kildaniyan de hat dîtin.[17][18]
Rêxistinên kurd bi gelemperî xiristiyanên herêmî wekî xiristiyanên kurd bi nav dikin. Hin aşûrî li bakurê Iraqê piştgirî dan çalakiyên leşkerî û polîtîkayên kurdan da ku "doza neteweperestiya aşûrî pêşve bibin" û xwestin ku "di nav civakên xiristiyanan de navlêkirinê kontrol bikin ku 'Aşûrî' wekî sernavek lêhatî ji bo hemû xiristiyanan bê bikaranîn[19] da ku pêwendiya gumanbar a gelên Aşûrî bi cîhana kevnar ava bibe û bi vê jî ji bo dewletek serbixwe bi motîvasyonekê hevpar tev bidin."[20] Lê tevgera Demokrat a Aşûrî (bi suryanî: ܘܥܐ ܕܝܡܘܩܪܛܝܐ ܐܬܘܪܝܐ) pêşniyaz kiriye ku nifûsa xiristiyanan wekî "Kildo-Suryanî" were binavkirin,[21] lê Dêra Kildanî piştgiriya xwe ji vê pêşnîyazê kişandiye.[22][23]
Raphaelê Iem Bidawid, ji 1989an heta 2003an patrîkê Dêra Katolîk a Kildanî bû, wiha dibêje:
"Ez bixwe difikirim ku ev navên cihêreng tevliheviyê zêde dikin. Navê eslî yê Dêra me 'Dêra Rojhilat' bû… Gava ku beşek ji Dêra Rojhilat di Sedsala 17an de Katolîk bû, navê ku hat dayîn 'kildanî' bû. (...) Navê 'kildanî' etnîsîteyekê temsîl nake, tenê dêr e… Ez bi xwe, mezheba min Kildanî ye, lê ji hêla etnîkî ve, ez Aşûrî me."[24]
Berî ku bibe patrîkê kildanî, di hejmareke Star Aşûrî de (1972) hate gotin ku wî di hevpeyvînekê de gotiye:
"Berî ku ez bibim keşîş ez Aşûrî bûm, berî ku ez bibim metran ez Aşûrî bûm, ez îro, sibe, her û her Aşûrî me û ez pê serbilind im. " [25]
Di 2008an de, cîgirê wî Emmanuelê IIIem Delly di hevpeyvîneke xwe de wiha gotiye:
"Ez dixwazim bêjim ku em kildanî, aşûrî û suryanî yek gel in ku wekî gelê aramî tê zanîn. Bila Iraq bi hemû komên xwe yên etnîkî, ereb, kurd, aramî, êzdî, mandaî û şebek re jiyana xwe bidomîne."[26]
Civata Kildanî ji bawermendên Dêra Rojhilatê veqetiyane ku di sedsalên 16 û 17an de bi Dêra Katolîk a Romayê re ketine têkiliyê.[27][28] Civat piştî veqetîna sala 1552an derketiye meydanê.[29] Ev nestûriyên ku bûne katolîk û navê kildanî Roman Curia û Papa Eugeniusê IV. (1431-1447) daye wan. Sebeba dana vê navê ev e ku bi ya katolîkan nestûriyan heretîk/rêşaş in û divê katolîkên ji nav nestûriyan derketine navekî din hildin. Nav di Peymana kevn a Pirtûka Pîroz a xiristiyanan de wekî navekî etnîkî derbas dibe.[30] Ev nav ji navê hêrêma Keldanê tê û tê maneya "ji Keldanê".[31][32] Keldan (Chaldae) peyveke erebî ye, di erdnîgariya îro dikeve herî başûrê Mezopotamyayê û Kuweytê jî dihewîne nav xwe. Berî vê wateya nû, ev nav ji bo Dêra Rojhilat hatibû bikaranîn ku ev dêr biryarên Konsula Efesê (431) red kiribû.[33] Lê berî van nestûriyan, çend nestûriyên Kîprosê jî îmana xwe bi baweriya katolîkê anîbûn û di 1445an de ji wan re jî ev nav hatibû lêkirin, lê têkiliya wan û van katolîkên nû yên aramî bi hev tune bûye.[34] Her wiha Papa Eugeniusê IV. patrîkiyên kildaniyan wekî Patrîkiya Babîlê pîroz kiriye.[35]
Avakerê vê dêra nû Yuhanna Sulaka bûye û Juliusê IIIem (1550-1555) wî qebûl kiriye[36] û wî bi navê Şimon VIIIem patrîk îlan kiriye. 12 çiriya paşîn 1553an de hatiye Amedê, siltanê Osmaniyan ew wekî serê kildaniyan nas kiriye û berat daye wî û di 1555an de hatiye kuştin.[8] Kildaniyên katolîk cara pêşîn dêra xwe li Amedê ava kirine û bûye reqîba Dêra Nestûrî ya ku navenda wê nêzî Elkîşê li Rabban Hormizdê bû.[34] Di paşerojê de herêma Nenewayê ji aliyê mezhebî ve bûye pevçûnên nestûrî û kildaniyan. Piştî Sulakayî, navenda patrîktiyê di serdemên Abdişo Marûnê IVem û Mar Yabalaha IVem de bûye Sêrt û piştî wan jî navenda patrîkiyê li nav Ûrmiye û Salamasê çûye û hatiye. Di nav demê de li Amed û Rabban Hormizdê du patrîkiyên Babîlonyayê hebûn. Heta 1828ê ev duserî dewam kiriye. Lê di vê tarîxê de papa patrîkiya Amedê îlga dike û patrîkiya din jî datîne bajarê Mûsilê. Di 1947an de bi patrîkiya Yûsufê VIIem ê Ganimayî ve navenda patîkiya katolîkên kildanî li Bexdayê bi cih bûye.[8]
Ne berî û ne jî piştî sedsala 15an gotina "kildanî" civateke etnîkî nîşan nedida. Kaldeyî (eşîrên Kaldeyê) û navê wan di sedsala 9an a BZ de derket meydanê, ew ji herêma Levantê derketin û koçkirin derûdorên Mezopotamyayê û li Babîlê/Babîlonyayê hikumranî kirin û di dora sedsala 6an a BZ de ji meydanê rabûn.[37] Ev kildaniyan di dema Nebukadnezzarî (BZ 605-562) de du caran Orşelîmê xera kirine.[8] Lewma, têgehên Babîlî/Babîlonî û Kildanî pir caran di çavkaniyên kevnar de li şûna hev hatine bikaranîn. Kildanî bi tevkariyên xwe yên stêrnasiyê di tevahiya dîrokê de navdar in. Wan bawer dikir ku paşeroja mirovan di ezmanê geş de ji berê de hatibû nivîsandin û çarenûsa hemû mirovatî girêdayî tevger û guherîna stêran e. Ev bawerî wan kiriye pisporên stêrnasiyê.[38]
Ev nav ji aliyê xiristiyanan ve ji bo binavkirina herêma dîrokî hatiye bikaranîn a ku şêniyên wê derê bi zimanê suryanî dipeyiviyan ku ev ziman jî guhertoyeke zimanê încîlê, aramiyê ye.[39][40][41][42] Di 1852an de George Percy Badger gotiye ku kildanî ji nestûriyan ji aliyê dînî ve cihê ne, lê her du civat jî bi heman zimên dipeyivin.[43]
Bi ya rapora CIA ya 1950an, hejmara kildaniyan li Iraqê 98,000 kes bûn û di nav kêmaniyên xiristiyanan de ya herî mezin ew in. Bi ya heman raporê li Iraqê 30,000 nestûrî, 25,000 katolîkên suryanî û 12,000 suryaniyên ortodoks hene.[44]
Di 2019an de, Komîsyona Dewletên Yekbûyî ya Azadiyên Dînî yên Navneteweyî ragihandiye ku bi ya Weqfa Xiristiyanên Iraqê nêzîkî ji % 80ê xiristiyanên Iraqê girêdayî Dêra Katolîk a Kildanî ne.[45] Bi ya rapora azadiyên dînî ya Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî a 2018an di nav xiristiyanên Iraqê de para katolîkên kildanî ji % 67 e.[46] Di 2019an de Ofîsa Piştgiriya Penaberiya Ewropî (European Asylum Support Office) heman rêjeyê dide.[47]
Bi ya texmînên Dêra Katolîk, li herêmên metraniyê ya Iraqê hejmarên kildaniyan ev in: 150,000 kes li Bexdayê (2015),[48] 30,000 kes li Hewlêrê (2012),[49] 22,300 kes li Elkîşê (2012 ), [50] 18,800 kes li Amedî û Zaxoyê (2015),[51] 14,100 kes li Mûsilê (2013),[52] 7,831 kes li Kerkûkê (2013),[53] 1,372 kes li Akrêyê (2012), [54] 800 kes li Besreyê ne (2015).[55]
Bi ya Annuario Pontificio ya 2016an li tevahiya cîhanê 640,828 kes şopînerên Dêra Katolîk a Kildanî bûn.[56]
Gelê kildanî di madeya 125an a Qanûna Bingehîn a Iraqê de wekî neteweyek ji tirkmen û suryaniyan cuda tê nasîn.[57]
Civata katolîk a kildanî li Iraqê û li Herêma Kurdistanê li Elkîşê, Enkawayê, li Araden û Baqofahê, li Batnaya û Karamlesê, li Mangeş û Şeqlaweyê, li Tesqopa û Tel Keppeyê, û li Zaxoyê şênî ne.
Dêra Katolîk a Kildanî dêra herî mezin a Iraqê ye.[58] Mezhebên din ên xirisyiyan ên Iraqê ev in: Dêra Suryanî ya Rojhilat û Dêra Kevnar a Rojhilat (ku her du jî ji Dêra Rojhilat a dîrokî veqetiyane û niha hejmara civata wan ji Dêra Katolîk a Kildaniyê kêm in)[59], Dêra Ortodoks a Suryanî û Dêra Katolîk a Suryanî.[60]
Li Sûriyê katolîkên kildanî 10.000 in; li Tirkiyeyê 48.5940 û li Îranê 3.390 kes in.[61] Li Tirkiyeyê wekî şênî li Şirnexê (navê gundan ev in: Geznex (Cevizağacı), Hozi (Ayrım), Mehri/Meer (Kovankaya), İşşi (Onbudak), Bazyan/Baznaye (Doğan), Hassana (Kösreli), Bêspin (Görümlü) û Herbul (Aksu)) û li Perwariyê (li gundê Hertevin/Hertiv (Ekindüzü)) dijîn[62]. Kildaniyên ku bûne protestan ji ên din kêm bin jî li Stembolê dijîn.[63]
Li başûrê rojhilata Michiganê civateke katolîk a kildanî heye ku 113,000 kes in. Ev mezintirîn civaka dîaspora ya katolîk a kildanî ya li derveyî Iraqê ye. Ev civat bi zimanên erebî an jî aramî diaxivin.[64]
Hejmarek kêm ji malbatên katolîk ên kildanî li Îsraêl û Filistînê dijîn. Patrîkên kildaniyan carinan wan ji xaniya partîkên kildaniyan ên Orşelîmê bi rê ve biriye.[65]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.