Gundekî Wêranşara Rihayê From Wikipedia, the free encyclopedia
Kela Çimdîn (bi kurdî: Eskikale), gundekî navça Rihayê wêranşarê ye.
Şûnwarê dîrokî Kela Çimdîn a li navçeya Wêranşarê ya ser bi Rihaya Bakurê Kurdistanê ve di çend salên dawî de piştî Girê Mirazan û Qûça Keçlê sêyemîn cih e ku bala miroveyetî û cîhanê dikşîne. Di kolandinên heta niha de gelek berhem û cihên dîrokî hatin dîtin. Berpirsên Wêranşarê jî hêvî dikin xebatên kolandinê zû birêve biçin, da ku ev cih bibe navendeke geştiyariyê.
Pispor pêşbînî dikin ev der jî wek Girê Mirazan ku dîroka wê vedigere berî 12 hezar salan, yek ji cihê herî kevin ê niştecîbûna mirovayetiyê ye.
Berî 2-3 salan Girê Mirazan li cîhanê di asta xwe de tekane cih dihate qebûlkirin. Bi van projeyan hat dîtin ku ji rojhilatê Rihayê heta rojavayê wê gelek cihên hevdem û pêwendiya wan bi Girê Miraza re hene. Ev ji bo jinûve nirxandina serdema Neolîtîk gelekî girîng e. [1]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.