![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/c/cc/Kromozomarm_ku.png/640px-Kromozomarm_ku.png&w=640&q=50)
Karyotîp
Wêneyê bi mikroskoba ronakî hatiyê girtin ko tê de cotên kromozoman li gor qebare, dirêjî, şêwe û cihê sentromerên xwe, ji cota dirêj ber bi cota kurt ve rêzbûyî hatiye nîşankirin / From Wikipedia, the free encyclopedia
Wêneyên bi mikroskoba (hûrbîn) ronakî hatiyê girtin ko tê de cotên kromozoman li gor qebare, dirêjî, şêwe û cihê sentromerên xwe, ji cota dirêj ber bi cota kurt ve rêzbûyî hatiye nîşankirin, wekî karyotîp (bi înglîzî: karyotype) tê navkirin.[1][2]
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/c/cc/Kromozomarm_ku.png/320px-Kromozomarm_ku.png)
Çavkaniya peyva karyotîp ji du peyvên yewnanî, “karyon” û “typos” pêk tê wateya karyon navika xaneyê ye, peyva typos jî ji bo şêwe an jî cor tê bikaranîn .[3]
Kromozomên corek zîndewerê, ji hejmar, ji qebare, ji cihê sentromerê û li gor nexşên bandên (şerîd) ser kromozomê, dikarin werin naskirin.[4]Karyotîp ji kromozomên metafazê tê çêkirin.[5] Di karyotîpa mirov de, 22 cotê kromozomên laş (bi înglîzî: autosomes) li gor qebareyên xwe, ji qebareya gir ber bi qebareya piçûk ve tên rêzkirin. Li gor vê rêzkirinê, cota kromozomên herî gir (dirêj) wekî kromozomên yekem, cota kromozomên herî piçûk (kurt) jî wekî kromozomên 22yem tên navkirin. Bi eslê xwe cota kromozomên 21em ji cota kromozomên 22yem kurttir û piçûktir e lê di destpêka xebatên ser karyotîpê de zanyar cota kromozomên 22yem wekî kromozomên herî piçûk diyar kirîbûn û karyotîpa mirov bi vî awayî dabûn nîşankirin. Ev zanyariya şaş li rûyê erdê belavê her derê bû. Gava zanyar ji şaşiya karyotîpê agahdar bûn êdî ji bo çêkirinek karyotîpek nû pir dereng bû. Ji ber ko têkiliya nexweşiya bomaweyî ya bi navê sendroma Down bi kromozoma 21em hebû, navê nexweşiyê jî wekî “trîzomî 21” (bi înglîzî: trisomy 21) hatibû lêkirin. Ji bo çêkirina karyotîpek nû divê navê nexweşiya “trîzomî 21” wekî nexweşiya “trîzomî 22” bihata guhertin. Lê guhertinek wisa dibû sedema çêbûna aloziyan, loma zanyar biryar girtin, dev ji guhertina karyotîpê berdan û biryara bikaranîna karyotîpa pêşîn dan.[4]
Bi rêbaza karyotîpê, mirov dikare ji şêweyê neasayî an jî hejmara neasayî (kêmasî an jî zêdehî) ya kromozoman agahdar bibe. Hin nexweşiyên bomaweyî bi karyotîpê tên teşxîskirin. Wekî mînak, kesên bi nexweşiya sendroma Down in, ji kromozoma 21em ne cotek lê sê kromozom lixwe digirin.[1]
Heke dema dabeşbûna xaneyê de kromozom bi boyaxa Giemsa werin boyaxkirin, hin beşên kromozomê ko bi nukleotîdên Adenîn- Tîmîn dewlemend in, boyaxê hê pirtir dimijînin, ev beşên kromozomê tarî xuya dibe. Beşên din ên kromozomê jî kêmtir boyax dimijînîn, loma piçek ronî xuya dibin. Li gor asta mijîna boyaxa Giemsa, li ser kromozoman de bandên (şerîd) tarî û ronî peyda dibin. Ji ber ko hejmar û rêza nukleotîdên kromozomên zîndewerê taybet e ji bo cora zîndewerê, rêz û şeweyê van bandên li ser kromozoman de peyda dibin jî taybet e ji bo cora zîndewerê.
Bandên Giemsa ji bo pênasîna kromozomên neasayî tên bikaranîn.[6]Karyotîpa mirov bi gelemperî ji xaneyên xwînê, ji xirokên spî tê bidestxistin.[7]
Beşên kromozomê yên ji herdu aliyên sentromerê dirêj dibin, wekî “mil” (bi înglîzî: arm) tên navkirin. Milên kromozoman, li gor cihê sentromerê wekî milên kurt an jî milên dirêj tên navkirin. Milê piçûk (kurt) bi tîpa “p” tê nîşankirin (bi înglîzî petite = piçûk). Ji ber ko di alfabeyê de li pey tîpa “p”, tîpa “q” tê, milê dirêj jî bi tîpa “q” tê nîşankirin.[4]
Di nexşeya karyotîpê de kromozom wisa tên rêzkirin ko milê kin (p) ê kromozomê her tim li aliyê jorê sentromerê de, milê dirêj jî li aliyê jêrê de ye.
Karyotîpa her corê zîndewer taybet e û ji corek din cuda ye. Ango karyotîpa mirov û ya hespê ne wekhev e. Herwisa karyotîpa mê û nêrên hemû corê jî ji hevdu pîçek cuda ye. Di karyotîpa mirovên mê û nêr ên asayî de, divê laşekromozomên mêyê û laşekromozomên nêrê wekhev bin. Lê kromozomên zayendê ji hev cuda ne. Karyotîpa mêya asayî de divê cotek ji kromozomên X hebe (XX), lê karyotîpa nêrê asayî de dive kromozomên zayendê wekî XY bin.[8]