![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/a/a2/Karl_May_edit.jpg/640px-Karl_May_edit.jpg&w=640&q=50)
Karl May
Nivîskarê alman / From Wikipedia, the free encyclopedia
Karl Friedrich May ( jdb. 25'ê reşemiya 1842 li Hohenstein-Ernstthal , Almanya; m. 30'ê adarê 1912 li Radebeul (Almanya) nivîskarekî alman bû.
Karl May yek ji nivîskarên herî berîner yê romanên serpêhatî ye û yek ji nivîskarên ku herî zêde têne xwendin û, li gorî UNESCO, yek ji nivîskarên ku herî zêde wergerandine alman e. Çapên cîhanî yê berhemên wî bi 200 mîlyonî heb têne hesibandin, ji wan 100 mîlyon heb li Almanya.
Ew herî baş ji bo çîrokên xwe yên rêwîtiyê, ku bi piranî di sedsala 19an de li Rojhilatê, Dewletên Yekbûyî û Meksîkê de cih digirin, çêtirîn dihat zanîn. Romanên di derbarê çermsor Winnetou de, ku di sê beşan de qusandin bûne, bi taybetî navdar bûn. Piraniya berhemên wî hatin e fîlmandin , ji bo şanogehê hatin adaptekirin, di nav lîstokên radyoyê de hatin çêkirin[1]an jî wekî xêzeroman hatin e bicihkirin.[2]