Johnny Depp
From Wikipedia, the free encyclopedia
John Christopher Depp II (jdb. 9ê hezîrana 1963an) lîstikvan, hilberîner û muzîkvaneke amerîkî ye. Johnny Depp, ji bo deh cara Xelata Kûreya Zêrîn û ji bo rola wî yê bi navê Berberê Demon di Sweeney Todd: The Demon Barber of Fleet Street de ji bo Xelata Akademiya Akterê hate berbijêr kirin. Depp, bi gelemperî wekî "yek ji stêrkên herî mezin ên fîlimê li cîhanê" tê hesibandin.
Johnny Depp | |
---|---|
Jidayikbûn | 9ê hezîrana 1963an (60 salî) Owensboro, Kentucky |
Hevwelatî | DYA |
Perwerde | |
Pîşe | Aktor, fîlmçêker |
Xebat | |
Hevjîn |
|
Partner | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Johnny Depp dest bi karê fîlmçêkirinê kir bi lîstina rolê Glen Lantz di fîlma tirsê A Nightmare on Elm Street de, ya ku di sala 1984 an de hatibû çêkirin. Ew dîsan di fîlmên sala 1986 an de xwiya bibû wek fîlma Platoon bi aktorên din Charlie Sheen , Tom Berenger, û Willem Dafoe re. Di salên 90 an de fîlmên ku Depp têde lîstibû ev bûn Cry-Baby (1990), Edward Scissorhands (1990), Arizona Dream (1993), What's Eating Gilbert Grape (1993), Ed Wood (1994), Don Juan DeMarco (1995), and Donnie Brasco (1997). Û di fîlma Fear and Loathing in Las Vegas wek Raoul Duke (1998), The Ninth Gate wek Dean Corso (1999), û Sleepy Hollow wek Ichabod Crane (1999) lîstibû.