JavaScript
From Wikipedia, the free encyclopedia
JavaScript (jê re JS jî tê gotin), zimanekî bernamesaziyê ye ku yek ji teknolojiyên WWWê ye, li gel hevalên xwe: HTML û CSS.[1] Zêdetir ji 97%-a malperan wî bikar tînin.[2]
Agahiyên Praktîk Dema avabûnê, Dema weşandinê ...
JavaScript
| |
---|---|
| |
Logoya JavaScript | |
Dema avabûnê | |
Dema weşandinê | îlon 1995 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bigre
JavaScript zimanekî astbilind e, kodên wî nikarin rasterast ji aliyê kombersan bê karpêkirin û kodên wî tên guhertin ji bo zimanekî astnizm û paşê tê karpêkirin. Herwiha, zimanekî dînamîk e û ne pêdivî ye cûreyên guherokên wî bên diyarkirin.
JavaScript di pêşiyê de tenê di nav gerokan de dihat bikaranîn, lê niha gelek rajekaran jî wî bi kar tînin. Binavûdengtirîn jîngeha karpêkirinê jî ji bo rajekaran Node.js e.
Herçend ku her du peyvên Javayê û JavaScriptê ji hev nêzî ne, û hin sîntaksên wan, lê bi piranî ji hev cûda ne.