![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/1/14/JanMayen.jpg/640px-JanMayen.jpg&w=640&q=50)
Jan Mayen
From Wikipedia, the free encyclopedia
Girava Jan Mayen giravek e di Okyanûsa Atlantîk de. Ew li herêma Arktîkê de ye û girav bi Norwêcê ve ye, ji aliyê parêzgarê Osloyê ve tê îdarekirin. Ew nêzîkî 600 km li bakurê Îslendayê û 500 km jî li rojhilata Grînlendayê ye.[1] Rûbera wê 377 km² e. Bilindiya bandeva wê ya herî bilind 2.277 m ye.[2] Di sala 1614an de ji aliyê deryavanê îngilîz ê bi navê John Clark ve hate vedîtin.
Agahiyên Praktîk Cih, Koordînat ...
Jan Mayen | |
![]() | |
Girava Jan Mayen. | |
![]() | |
Jan Mayen | |
Erdnîgarî | |
Cih | Okyanûsa Arktîk |
---|---|
Koordînat | 71°00′00″Bk 08°20′00″Ra |
Rûerd | 377 km2 |
Cihê herî bilind | Beerenberg (2,277 m) |
Kargêrî | |
Dûgel | ![]() |
Demografî | |
Gelhe | 35 kes |
Berbelavî | 0,09 kes/km2 |
biguhêre![]() |
Bigre
Li giravê bi tenê personelên ku ji bo Hêzên Çekdar ên Norwêcê û Enstîtûya Meteorolojî ya Norwêcê dixebitin, tê de dimînin. Di heman katî de jî çiyayê Beerenberg ê ku volkana çalak a tenê ya Norwêcê ye, di vê giravê de ye.