nivîskar û psîkologê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Izet Findî nivîskar û psîkologekî kurd e.
Izet Findî | |
---|---|
Navê rastî | Izet Findî Yehya |
Jidayikbûn | 1960 Duhok |
Navên din | Dr. Izet Findî |
Pîşe | Nivîskar, Rojnamevan, Mamosteyê zanîngehê |
Zimanê nivîsinê | Kurdî, Ingilîzî, Erebî |
Netewe | Kurd |
Hevwelatî | Kurdistan (Iraq) |
Perwede | Diktora |
Berhemên navdar | |
Bêder, Bêdera Peyiv û zaravên Kurdî | |
Malper | www |
biguhêre |
Izet Findî di sala 1960'î de li Duhokê ji dayik bûye, xwendina destpêkî û amadeyî her li Duhokê bi dawî aniye. Ji salên 1980-1981'ê li Zanîngeha Silêmaniyê pişka Psîkolojiyê hatiye wergirtin, piştî rêjîma Bexda zanîngeh veguhestiye Hewlêrê du salên dî li wê derê dewam kiriye û sala çarê hatibû kirin. Piştî xwendina xwe bi dumahî aniye û bawernama bekeloryos bi zanistên psîkolojiyê wergirtiye, di 23.11.2000´î de bawernama Masterê jî ji Zanîngeha Duhokê wergirtiye.[1]
Her digel damezrandina zanîngeha Duhok, li zanînegahê karkirîye, wek (tomarkerê giştî, mamosta li kolîjên endaziyarî, çandin).
Di sala 2013 an de bûye alîkarê serokê zanîngeha polîteknîkî ya Duhok bo karûbarên kargêrî û darayî û qutabîyan.Di sala 2017 an bûye alîkarê serokê zanîngeha Newroz bo karûbarên kargêrî û darayî û qutabîyan.
Di sala 2018 an heya sala 2020an bûye serokê zanîngeha Newroz.[2]
Yekemîn nivîsîna wî di sala 1977´an de di rojnama "Hawkarî" de li Bexda hatiye weşandin; wek nivîskar ji sala 1980´ê were berdewame û pişikdarî di piraniya rojname û kovaran de kiriye bi berhemên xwe her ji berî serhildanê û ta nuha jî wek Hawkarî, Beyan , Roşinbîrî niwê, Karwan, Bizav ,Dicle, Botan, Gazi, Metin, Peyman, û hwd. Ji 1992-1993´an li televizyona Kurdistan karkiriye, ji 1994-1996´an wek nivîskar di rojnameya "Peyman" de karkiriye.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.