IOS 16
From Wikipedia, the free encyclopedia
iOS 16 serbestberdana 16emîn sereke ya pergala xebitandina mobîl iOS ê ye ku ji aliyê Apple ve ji bo rêza hilberên wê yên iPhone hatî pêşve xistin. Ew di Konferansa Pêşdebirên Cîhanê ya Pargîdaniyê (WWDC) de di 6ê Hezîrana 2022an de, wekî cîgirê iOS 15 hate ragihandin.[1][2][3]
Beta yekem a giştî di 11ê Tîrmeha 2022an de hat berdan.[4] Guhertoya gelemperî ya iOS 16 di 12ê îlona 2022an de hate berdan.
iOS 16 gelek wekî iPadOS 16 dişibe. Ew yekem guhertoya iOSê ye ku tenê li ser iPhone dixebite, ji ber ku iOS 16 piştgirî ji nifşa heftemîn iPod Touch radike.