Homofobî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Homofobî, hestên neyînî ye mîna nefret, tirs, nerazîtî û cudaxwazî[1][2][3] ku li hemberî kesên LGBT û hevzayendan an jî hevzayendîtî pêktên.[4] Ango Homofobî; cudakerî, kêfnexweşî yan jî tirsa îrrasyonel a li dijî hevzayendan e. Homofobî bi riyên cuda tê nîşankirin û tê pejirandin ku gelek tîpên wê ya cuda hene. Wekî rengdêr bi şeklê homofobîk tê bikaranîn. Tê texmînkirin ku di her 48 demjimêrê de carekê kesek hevzayend ji ber tundiya homofobî tê kuştin.[4] Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, nêzîkî 70 welêt tundî li hevzayendan dipeyitin û hevzayend li 8 welêt tê îdamkirin.[5]