![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/9/9d/SolarGIS-Solar-map-World-map-en.png/640px-SolarGIS-Solar-map-World-map-en.png&w=640&q=50)
Hevsengiya germahiya cîhanê
hevsengiyeke germahiyê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Hevsengiya germahiya cîhanê yan jî hevsengiya radyasyona cîhanê, hevsengiya di navbera enerjiya ku Dinya ji Rojê werdigire û enerjiya ku Dinya vedigerîne fezayê û winda dike, hesab dike. Çavkaniyên enerjiyyên piçûktirên wekî germahiya hindurê Erdê têne hesibandin lê ev enerjî li gorî enerjiya rojê ji bo cîhanê beşdariyek gelek piçûk e. Hevsengiya radyasyona cîhanê di heman demê de hesab dike ka enerjî çawa di pergala avhewa re derbas dibe.[1] Ji bo ku roj ji herêmên polar zêdetir tropîkên ekvatoriyê germ dike, germahiya rojê yên ku têne wergirtin bi awayekî neyeksan li ser rûyê erdê têne belav kirin. Dema ku enerjî li seranserê gerstêrkê li hevsengiyê digere, ew danûstendinên di pergala avhewa ya Erdê de yan jî ava erdê, qeşa, atmosfer, qalika zinaran û danûstandina di navbera hemî zindiyan de, dimeşîne.[2]
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/9/9d/SolarGIS-Solar-map-World-map-en.png/640px-SolarGIS-Solar-map-World-map-en.png)
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/b/bb/The-NASA-Earth%27s-Energy-Budget-Poster-Radiant-Energy-System-satellite-infrared-radiation-fluxes.jpg/640px-The-NASA-Earth%27s-Energy-Budget-Poster-Radiant-Energy-System-satellite-infrared-radiation-fluxes.jpg)
Hevsengiya germahî yan jî hevdengiya radyasyona cîhanê bi gelek faktoran ve girêdayî ye ku di nav wan de faktorên wekî aerosolên atmosferê, gazên serayê, albedoya rûyê gerstêrkê (refleksîtî), ewr, nebat, şêwazên karanîna axê û hwd, hene. Dema ku herikîna enerjiyê ya hatin û derketî di hevsengiyê de bin, Erd di hevsengiya radyasyonê de ye û pergala avhewayê dê bi awayekî bi biryar dibe. Germbûna gerdûnî dema ku erd ji enerjiya ku vedigere fezayê zêdetir enerjiyê ji rojê werdigire pêk tê û dema ku enerjiya ji rojê werdigeri ji vî enerjiyê zêdetir vedigerîne fezayê, sarbûna gerdûnî pêk tê.[3] Gelek cûreyên pîvandin û çavdêrî nişan didin ku ji sala 1970an vir ve bêhevsengiyek germbûnê li cihanê pêk tê. Di vî mijarê de rêjeya germbûna gerdûnî ku ji hêla mirovan ve hatiye çêkirin, bê mînak e.[4]
Dema ku hevdengiya enerjiyê diguhere, berî ku germahiya rûbera gerdûnî ya navîn bi girîngî biguheze derengiyek çêdibe. Ev ji ber bêhêziya germî ya okyanûs, erd û krîyosferê ye. Pîvana rast a van herikandinên enerjiyê û pîvanên hilanînê di nav piraniya modelên avhewa de hewcedariyek e.